YNK: Ji ber binpêkirina lihevkirina li gel PDK’ê em beşdarî civînê nebûn

YNK’ê têkildarî nebeşdarbûna koma YNK'ê ya civîna parlamentoyê ya îro, eşkere kir ku ji ber binpêkirina lihevkirina li gel PDK'ê beşdarî civînê nebûne.

Nêçîvan Barzanî îro li Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dengê 68 parlamenteran bû serokê herêma Kurdistanê. Komên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) beşdarî civîna parlamentoyê nebûn.

Berdevkê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Şêx Omer li Polîtburoya YNK'ê ya Silêmaniyê têkildarî mijarê, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Berdevkê YNK’ê Letîf Şêx Omer wiha got: "Dema borî me 2 peyman li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îmze kirin. Lihevkirina yekemîn li ser çend prensîbên karkirina hevpar û çareserkirna pirsgirêkên herêmê, peywendiyên bi Bexdayê re bûn. Lihevkirina duyemîn li ser çawaniya parvekirina hikumraniyê bû.

YNK û gelê xwe wiha xwest ku li Bexdayê bi hev re kar bikin û bernameyeke karkirinê ya hevbeş hebe ji bo çareserkirina pirsgirêkên nehatine çareserkirin ên di navbera herêmê û Bexdayê de. Her wiha di van lihevkirinan de me Kerkûk kir navenda çareserkirina beşek ji pirsgirêkên herêmên hatine veqetandin. Ango waliyê Kerkûkê ji YNK'ê be û bi hemahengiya PDK'ê li Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê were hilbijartin.”

Letîf Şêx Omer wiha domand: "Heta niha ti gavek ji bo pêkanîna lihevkirina ji aliyê PDK'ê ve nehatine avêtin. Lê her carê pirsgirêkek ji bo danîna waliyê Kerkûkê ku para YNK'ê ye çêdike. Em ji raya giştî ya Kurdistanê re radigihînin ku ev siyaset paşguh xistin û wê encamên biryarên yek rayî ne baş bin."

Berdevkê YNK'ê Letîf Şêx Omer sedema nebeşdarbûna koma YNK'ê ya li civîna parlamentoyê wek binpêkirina lihevkirina li gel PDK'ê destnîşan kir û got: "Hilbijartina serokatiya Herêma Kurdistanê bêyî dengên YNK'ê, mijara biyardayînê û rewabûnê li Herêma Kurdistanê dixe rewşek nû. Her wiha mijara avakirina hikumeta Herêma Kurdistanê têxeli ber îhtîman û pêşbiniyên nû. Encamên vê siyaseta nerast ne di stûyê YNK'ê de ye, dikeve stûyê aliyê din."

(jo)


Mijarên Din