YPG: 4 serçeteyên DAIŞ’ê hatin girtin, 2 çete hatin kuştin

YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di hefteya dawîn de derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê dane û di operasyonên wan ên dawîn de 4 serçete hatine girtin û 2 çete jî hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û der barê operasyonên xwe yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de agahî parve kirin. YPG’ê diyar kir ku di operasyonan de 4 serçete ku di nav DAIŞ’ê de bi erkên girîng rabûne, hatin girtin û 2 çete jî hatin kuştin.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye: 

“Operasyonên Yekîneyên Antî Teror li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li herêmê bê navber didomin. Di navbera 2 û 9’ê Îlonê de li herêmên Dêrezor û Şedadê bi 3 operasyonên serkeftî 4 serçeteyên ku bi erkên girîng ên koma terorê ya DAIŞ’ê radibûn, hatin desteserkirin û 2 çeteyên din hatin kuştin.

Berfirehiya agahiyên der barê operasyonên yekîneyên me de wiha ne:

Di 2’ê Îlonê de yekîneyên me li herêma Dêrezorê li dijî serçeteyek ku berpirsek kar û barên aborî ya şaneyên veşartî bû, operasyoneke taybet pêk anî. Di operasyonê de serçeteyê bi navê E.M. hate girtin, her wiha hejmareke mezin dokuman û amûrên din jî hatin desteserkirin.

Di 6’ê Îlonê de hêzên me li herêma Dêrezorê ser bi maleke ku serçeteyê bi navê Xelef Elî Baş El-Bekirî tê de bû, girt. Di operasyonê de li gel serçeteyê navborî 2 çeteyên din jî hatin girtin. Her wiha çekeke AK-47 û hejmarek alavên leşkerî hatin girtin.

Di 9’ê Îlonê de hêzên me girt ser maleke li herêma Şedadê ku 2 çeteyên Iraqî xwe tê de vedişart. Di encama operasyonê de her du çete hatin kuştin.

Bi operasyonên di demên dawî de hêzên Yekîneyên Antî Teror karibûn bi awayekî serkeftî pêşî li gelek hewldanên êrîşan û tanzîmkirina çeteyan bigirin. Operasyonên yekîneyên me yên li hember şaneyên veşartî wê li hemû herêmê bê navber berdewam bikin.”


Mijarên Din