YPG’ê 7 şehîdên pêngava rizgarkirina Minbicê bi bîr anîn

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 7 şervanên xwe yên di pêngava rizgarkirina Minbicê ya sala 2016’an de şehîd bûne, aşkera kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 7 şervanên xwe ku di pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê de şehîd bûne, ragihandin. YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahiya gel re  xwest.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Gelê me ji dîrokê heya niha li hemberî her cure êriş û dagirkeriya dijmin a li hemberî şoreşa rojava û axa bakurê Suriyê, bi sekneke berxwedêr têkoşîn meşandiye. Êrişên ku hebûna gelê me dikin armanc, di sedsalên 20 û 21’an de gelê me li hemberî wan êrişan bi berxwedanekî hevpar bûye bersiv. Yek ji van berxwedanên dîrokî jî di sala 2016’an de Pêngava Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla, ya rizgarkirina bajarê Minbicê ji dagirkeriya DAIŞ’ê bû. Keç û xortên leheng ên Kurdistanê bi dilsoziya azadiyê ku xwe bexşandine gelê xwe, bi berxwedaneke mezin îspat kir ku dijminên dagirker tu carî nagihêjin armanca xwe. Ji lew re em nasnameyên 7 hevrêyên xwe ku di pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê de bi lehengî gihîştin asta şehadetê, ji gelê xwe û raya giştî re parve dikin.

Di şexsê 7 hevrêyên xwe de tevahî şehîdên leheng ên şoreşa Rojava bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbatên wan û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Herdem Riha

Nav û Paşnav: Osman Kaya

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Sebrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / Tebax 2016

Nasnav: Nehîr Hîra

Nav û Paşnav: Mensûma Mehmûdî

Navê Dayikê: Zayîde

Navê Bav: Hemîd

Cihê Jidayikbûnê: Xoy

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 20 Tebax 2016

Nasnav: Newroz Rodî

Nav û Paşnav: Hulya Şîşek

Navê Dayikê: Sûna

Navê Bav: Şerafettîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 20 Tebax 2016

Nasnav: Nûman Karas

Nav û Paşnav: Mehmet Elî Yildiz

Navê Dayikê: Mahbûb

Navê Bav: Ramazan

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 18 Tebax 2016

Nasnav: Rûbar Amed

Nav û Paşnav: Mahîr Orûç

Navê Dayikê: Vîldan

Navê Bav: Pîresîr

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 23 Tebax 2016

Nasnav: Şahîn Rojdî

Nav û Paşnav: Heqî Daraman

Navê Dayikê: Hazîme

Navê Bav: Îsa

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 28 Tebax 2016

Nasnav: Şivan Cudî

Nav û Paşnav: Zeynel Pîşkîn

Navê Dayikê: Azîme

Navê Bav: Selîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 1 Tîrmeh 2016


Mijarên Din