YPG: Bi ruhê berxwedana Kobanê em ê li hemberî her cure dagirkeriyê bisekinin

Fermandariya Giştî ya YPG`ê bi daxuyaniyekê diyar kir ew ê bi ruhê berxwedana Kobanê li hemberî her cure dagirkeriyê bisekinin û bi biryardariyeke mezin wê têbikoşin û gel, welat û nirxên mirovahiyê biparêzin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya (26`ê Çile) salvegera 6`emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê daxuyaniyek da.

YPG`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di 26`ê Çileya 2015`an de gelê berxwedêr û şervanên leheng serkeftina Kobanê diyarî tevahî mirovahiyê kirin û wiha got: “Wekî tê zanîn terora DAIŞ`ê di sala 2014`an de gihaştibû lutkeyê û di nav dewlet û gelên herêmê de tirsekî mezin ava kiribû. DAIŞ bi gelek pêkanînên dermirovî li gelek deveran qetlîaman çêdikir û ji ber tirsa ku li herêmê ava kiribû,  gelek bajar û bajarok xistibû destên xwe. Hatibû astek wisa ku beriya ku DAIŞ biçe bajarek, artêş ji ber wê direviyan û bi awayekî xwezayî herêmên xwe teslîmî DAIŞ dikirin. Di serdemeke wisa de ku terora DAIŞ`ê di lutkeyê de bû, di Îlona 2014`an de êrişî Kobanî kirin. Lê ev yek bû despêka bidawîbûna wan.”

Fermandariya YPG`ê destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ji bo hemû gelên herêmê û cîhanê bû hêviyeke mezin û bi taybet ji çar parçeyên Kurdistanê, ji gelek aliyên herêmê, ciwanan berê xwe da Kobanê û di wê berxwedana dîrokî de cihê xwe girtin û wiha dewam kir: “Bi pêşengtiya hêzên me berxwedaneke bêhempa hat meşandin. Piştî serkeftina berxwedana Kobanê, bi gelek pêngavên dîrokî, bajar û bajarokên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibûn dagirkirin, hatin rizgarkirin. Herî dawî di 2019`an de li Baxozê DAIŞ di aliyê cografî de hate tunekirin.”

Berdewama dauxyaniyê wiha ye: “Bi pêşengtiya hêzên me û bi fedekarî û lehengiya bêhempa ya gelê Kurdistanê û gelên herêmê û bi tevlîbûna şoreşgerên enternasyonal ev serkeftin diyarî cîhanê hate kirin. Lê îro ev gelê ku li hember DAIŞ`ê têkoşîn daye û herêm ji terora DAIŞ`ê rizgar kiriye, ji aliyê bermahiyên DAIŞ`ê ve rastî her cure dagirkerî, qetlîam û asîmîlasyonan tê. Zihniyeta DAIŞ`ê û zihniyeta ku îro pê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine yek e. Jixwe tê zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku navên cuda li xwe kirine, bi piranî bermahiyên DAIŞ`ê ne û îro bi pêşengtiya dewleta Tirk a dagirker heyfa xwe ji gelê herêmê distînin. Lê mixabin hemû cîhan li hemberî wan pêkanînan bêdeng e û gelê herêmê ku binxistina DAIŞ`ê ji cîhanê re diyarî kiribû, bi qetlîam û asîmîlasyonan re rû bi rû hatiye hiştin. Çawa ku dîrok serkeftina berxwedana Kobanê ji bîr neke, wê vê bêdengiyê jî ji bîr neke.”

Fermandariya Giştî ya YPG`ê di dawiya daxuyaniya xwe de bi boneya vê rojê hemû şehîdên qehreman bi bîr anîn û diyar kir wê bi ruhê berxwedana Kobanê li hemberî her cure dagirkeriyê bisekinin û bi biryardariyeke mezin wê têbikoşin û gel, welat û nirxên mirovahiyê biparêzin.

(cx)


Mijarên Din