YPG’ê bîlançoya mehên Sibat û Adarê eşkere kir

YPG’ê bi daxuyaniyekê  encamên şer û berxwedana xwe ya li dijî çeteyan û komên terorê eşkere kirin. YPG’ê diyar kir ku di mehên Sibat û Adarê de 23 çete hatine kuştin û hezar û 554 çete jî hatine girtin û gelek cebilxane desteser kirine. Her wiha YPG’ê diyar kir ku di mehên Sibat û Adarê de 21 şervanên şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî bîlançoya xwe ya mehên Sibat û Adarê daxuyand. YPG’ê eşkere kir ku di van her du mehan de yek jê şervana YPJ’ê, bi giştî 16 şervanên wan di şeran de û 5 şervanên wan jî di encama qezayan de şehîd bûne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 23 çete hatine kuştin û hezar û 554 çete jî hatine girtin û gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya têkoşîna hêzên me ya bi armanca têkbirina rêxistina terorê DAIŞ’ê li Rojava û Bakurê Sûriyê de, di dîroka 21’ê Adarê de gundê Baxozê ku axa dawîn a DAIŞ’ê li vê herêmê bû, hat rizgarkirin û di dîroka 23’yê Adarê de bi daxuyaniyeke giştî ji raya giştî re hat parvekirin ku hebûna rêxistina terorê ya DAIŞ’ê li vê herêmê bi temamî xelas bûye. Lê operasyonên li dijî DAIŞ û komên cur bi cur ên terorî ku li vê herêmê wek şaneyên veşartî xwe bi rêxistin kiriye, berdewam dikin. Di çarçoveya van operasyonan de Yekîneyên Antîterorê û Tîmên Operasyonên Taybet ku di bin sîwana YPG’ê de ne, li dijî rêxistinên terorî operasyonên taybet li dar dixin. Di dirêjahiya mehên Sibat û Adarê de jî li herêmê di serî de li dijî DAIŞ û komên terorîst ên têkiliyên xwe bi MÎT’a dewleta Tirk re hene, gelek operasyon hatin lidarxistin. Di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de hewldanên êrîşên terorî hatin astengkirin û derbên giran li şaneyên veşartî dan. Her wiha bi vê ve girêdayî têkoşîna ku li dijî terorîzmê tê meşandin, bi xwe re encamên girîng derxistine holê.

Di dirêjahiya mehên Sibat û Adarê de Yekîneyên Antîterorê (Y.A.T.) û Tîmên Operasyonên Taybet li dijî şaneyên veşartî yên herêmê 152 operasyon lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;

Çalakî: 18
Êrîşên ku hatin astengkirin: 3
Hejmara terorîstên ku hatin girtin: 1554
Hejmara terorîstên di operasyonan de hatin kuştin: 23 (1 serçete)
- Sivîlekî êzidî yê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû dîlgirtin, hate rizgarkirin.

Di encama operasyonan de cebilxaneya ku hatiye bidestxistin:

Demançe: 12 (Ji van 2 demançe yên bê deng in) û 1 qarton fîşekên demançe yên 9 mm
Kalaşnîkof: 2
Carcurên kalaşnîkofê: 7
Fîşekê kalaşnîkofê: 3
RPK: 1
Dûrbîna şevê: 1
Bombeyên destan: 2
Fîşekên AKC: 30
Mayin: 9

Di dirêjahiya mehên Sibat û Adarê de di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî terorîstên DAIŞ’ê li gundê Baxoza Dêrazorê dihat meşandin de yek jê şervana YPJ’ê, bi giştî 16 şervanên me bi lehengî şer kir û şehîd ketin. Her wiha 5 şervanên me jî li cihên cuda di encama qezayan de gihîştin şehadetê.”


Mijarên Din