YPG’ê du şehîdên Berxwedana Serdemê bibîr anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), nasnameya du şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kirin. YPG’ê got: “Em di kesayeta hevrê Êrîş Efrîn û Gîvara Efrîn de tevahî şehîdên şoreşa azadî û demokrasiyê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), nasnameya du şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kirin

YPG’ê got;

“Rêhevalên me Êrîş Efrîn û Gîvara Efrîn di Berxwedana Serdemê ya li hember dagirkerî û qirkirinê, li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şerkirin û şehîd bûn.

Rêhevalê me Êrîş Efrîn li herêma Efrînê di nav malbatek welatparêz de ji dayîk bû. Bandora şoreşa azadiyê ji nêz ve hîskir û tevlî refên şoreşê bû. Di demeke kurt de xwe pêş xist, sekna xwe ya têkoşer parast û kesayeta xwe avakir. Hevrê Erîş, ew hêrsa ku li dijî dijminê xwe di kesayeta xwe de zivirand hêzekî mezin û hetanî kêliya dawî jî di têkoşîna xwe de paş de gav neavêt û bi ısrar meşiya.

Rêhevalê me Gîvara Efrîn, li Efrînê di nav malbatek welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Bi taybetmendiyên xwe yên wêrek, kedkar û fedakar tê nasîn, di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast û domand. Tecrubeyên ku di nav refên azadiyê de girt, di kesayeta xwe ya şervantiyê de pêş xist. Bawerî û dilsoziya xwe bi şoreşê re bi dayîna têkoşînê îspat kir.

Nasnameya rêhevalên me yên şehîd bûne wiha ne;

Nasnav: Êrîş Efrîn

Nav û Paşnav: Xelîl Osman

Navê Dayîkê: Zeynep

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayîkbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn, gundê Doqa Mezin | 22 Adar 2018

Nasnav: Gîvara Efrîn

Nav û Paşnav: Îbrahîm Îsmaîl

Navê Dayîk: Rûşîn

Navê Bav: Mihemed Nûrî

Cihê Ji Dayîkbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn-Raco Kevirê Ker | 19 Adar 2018

Em di kesayeta hevrê  Êrîş Efrîn û Gîvara Efrîn de tevahî şehîdên şoreşa azadî û demokrasiyê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Ji herdu malbatên şehîdên xwe re û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”


Mijarên Din