YPG: Em ê destkeftiyên Şoreşa 19‘ê Tîrmehê biparêzin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG‘ê bi boneya salvegera 8‘emîn a Şoreşa 19‘ê Tîrmehê daxuayniyeke weşand û got: "Hêzên me dê berpirsyartiya xwe ya parastina destkeftiyên şoreşê bidomînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi wesîleya salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand. YPG‘ê hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û teqez kir ku dê erka xwe ya parastina destkeftiyên şoreşê bidomînin

Daxuyanî wiha ye;

" Çirûska Şoreşa 19‘ê Tîrmehê ya dikeve sala xwe ya 8‘an de ji bingehên rêbazên civaka exlaqî û têkoşîna siyasî dest pê kir. Li gorî rêgezên wekheviya civakî xwe bi rêxistin kir. Pêkhateyên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya Şoreşa 19‘ê Tîrmehê de pergaleke demokratîk û jiyaneke azad û bi rumet diyar kir  ya ku ne bi yekbûna pêkhateyan û rêgezên şoreşên buhara gelan a ku banga çareesriyên demokratîk dike ne mumkin e pêk werin.

Li ser vê yekê rêgeza biratiya gelan zemîna herî xurt bû ku tevahî mirovahiyê ji terora herî xeter a DAIŞ‘ê parast û îro bi hemû hêza têkdikoşe da ku modêla çareseriyê pêşkêş bike. Hêzên me ji bingehê parastina rewa berpirsyartî hilgirt û roleke dîrokî di vê şoreşê de lîst û di xizmeta mirov û welat de gavên mezin avêt.

Bê guman serkeftin û destkeftiyên hatine qezenckirin, berhemên fedekariyeke mezin in. Ciwanên vî welatî di qadên têkoşînê de fedekariyeke mizin kirin û canê xwe dan, bi xwîna bi deh hezaran zarokên Rojava dengê Şoreşa 19‘ê Tîrmehê giha tevahî cîhanê.

Li ser vî esasî hêzên me dê mîsyona xwe ya parastina destkeftiyên şoreşê bidomînin, em ê bi teqez gelê xwe biparêzin heta bighêje jiyaneke azad û bi rûmet.

Wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi wesîleya salvegera 8‘emîn a Şoreşa 19‘ê Tîrmehê hemû şehîdên xwe bi minetî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî giyanên wan ditewînin. Careke din em soza xwe bi wan re nû dikin ku em ê têkoşîna li ser xeta wan bidomînin. Em salvegera 8‘an a şoreşê li gelê xwe yê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin û erka xwe ya şoreşgerî heta serkeftinê bidomînin."

ANHA


Mijarên Din