​​​​​​​YPG: Em ê heta dawiyê parastina şoreşê, gel û civaka xwe bikin

Fermandariya Giştî ya YPG'ê: Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan bûye mînaka avakirina pêşerojên azad. Nişaneya vê ya herî berbiçav ji ew bû kû ji hemû aliyên cîhanê tevlîbûna nava refên şoreşê bû.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi wesîleya salvegera Şoreşa 19'ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Fermandariyê got; "Careke din soza xwe dûbare dikin û li hemberî hemû êrîşên paşverû em ê bibin teminata şoreşê û gelên xwe biparêzin."

Daxuyanî wiha ye:    

"Li ser şoreşa 19'ê Tîrmehê 8 sal derbas bûn. Di salvegera 9’emîn ya şoreşê de rexmê hemû êrîşên dagirkeriyê şoreşa Rojava ji bo hemû gelên cîhanê hêviyek mezin ava kir. Jiyanîkirina paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî gav bi gav bi xwîna şehîdên leheng tê hûnandin.

Wekî hemû ezmûnên şoreşên cîhanî bê guman şoreşa Rojava di bin şert û mercên pir giran de hebûna xwe ava kir. Şoreşa Rojava ji avabûna xwe heya niha destpêkê bi êrîşên terora DAIŞê û hevkarê wî  dewleta dagirker a Tirk bi hewildanên wan yên têkbirinê re rûbirû ma. Lê gelê me yê azadîxwaz li ser esasê parastina cewherî ji destpêka şoreşê heya niha ji bo rûmeta mirovahiyê berxwedaniyek dîrokî raber kir.  

Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji hemû cîhanê re nîşan da ku tenê rêya derketina ji krîzê ku ji ber pergala kapîtalîzmê di tevahiya cîhanê de tê jiyankirin, li ser esasê neteweya demokratîk gengaz e. Ev çend bû nimûyek yekane ji bo tevahî gelên cîhanê. Ji ber vê yeke şoreşa Rojava ji bo hemû gelan bûye mînaka avakirina pêşerojên azad. Nişaneya vê ya herî berbiçav ji ew bû kû ji hemû aliyên cîhanê tevlîbûna nava refên şoreşê bû.

Rexmê hemû hewildanên fetisandina şoreşê em wekî hêzên YPG'ê cardin sekna xwe ya bi biryar raber dikin û sozdariya xwe ya heya dilopa xwîna xwe ya dawî em ê parastina şoreş, gel û civaka xwe bikin. Bi vê bûneyê ji di salvegera şoreşa 19’ ê Tîrmehê de heman demê damezradina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e. Em bi vê munasebetê car din soza xwe dûbare dikin û li hemberî hemû êrîşên paşverû em ê bibin teminata şoreşê û gelên xwe biparêzin.    

Li ser vê esasê em salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê di serî de li  Rêberê Gelê Kurdisatan, şehîdên şoreşê û li hemû gelê xwe re pîroz dikin. "

ANHA


Mijarên Din