YPG: Em rêheval Zekeriya Silêyman bi bîr tînin

YPG’ê, şervanê xwe Zekeriya Silêyman (Zekeriya Efrîn) ku 18’ê Hezîrana 2019’an, di encama krîza dil de şehîd bûye, bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî, şervanê YPG’ê Zekeriya Silêyman (Zekeriya Efrîn) ku 18’ê Hezîrana 2019’an, di encama krîza dil de şehîd bûye bi bîr anî û got: “Em di şexsê rêheval Zekeriya Efrîn de hemû şehîden xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye;

“Rêhevalê me Zekeriya Efrîn dema ku li ser erka xwe bû di roja 18'ê Pûşperê de di encama qrîza dil de şehîd ket.

Heval Zekeriya di malbateke welatparêz a Efrînî de hate dinyayê. Di demeke ku li dijî Rojava û Bakûrê Sûriyê êrîş çêdibûn de tevlî refan bû. Hevrê Zekeriya ku bi cewhera fedakar û kedkar a gelê me xwe ava kir. Ji roja yekemîn a ku di nav refan de cîhê xwe girt û ta niha her erka ku girt ser milên xwe bi azwerî nêz bû. Di demeke kurt de bû şervanek xurt yê berxwedêr.”

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

*****

Nasnav: Zekeriya Efrîn

Nav û Paşnav: Zekeriya Silêyman

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Ezîz

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Dîroka Şehadetê: 18’ê Hezîrana 2019”


Mijarên Din