YPG`ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnamye şervanê xwe Şoreş Heleb, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê bi navê Şoreş Heleb dema ku li ser erka xwe ya leşkerî şehîd bû, eskere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

"Di roja 22`ê Gulanê de rêhevalê me Şoreş Heleb dema li ser erka xwe bû di encema qezayê de şehîd bû.

Hevrê Şoreş li bajarê Helebê di nav malbatekî welatparêz de ji dayîk bû û di temenê ciwan de şoreşa Rojava nas kir. Di demekê ku li ser Bakurê Suriye û herêmên Rojavayê Kurdistanê êrîşên xurt pêk dihatin tevlî nava refên têkoşîna me bû. Hevrê Şoreş, hemû erkên xwe ji dil nêz bûye û di demek kurt de di hunera şer de xwe pêş xistiye, bû şervanekî pispor.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

*****

Nasnav: Şoreş Heleb

Nav û paşnav: Reşît Ehmed Hisên

Navê dayikê: Meryem

Navê bav: Ehmed

Cihê ji dayikbûnê: Heleb

Dîroka şehadetê: 22`ê Gulana 2019`an

Em di şexsê rêheval Şoreş de hemû şehîden xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”


Mijarên Din