YPG’ê nasnameya şehîdekî xwe ragihand

YPG’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku şervanê wan Tolhildan Xwînrej (Ebdullah Kutlu) ji ber nexweşiyeke giran di 11’ê Adarê de şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku şervanê wan Tolhildan Xwînrej di encama nexweşiyekê de li Qamişloyê şehîd bûye.

Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hate gotin:

“Hevrêyê me Tolhildan Xwînrej, di 11’ê Adara 2020’an de li bajarê Qamişlo di encama nexweşiyeke giran de şehîd bû.

Hevrê Tolhildan, di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûbû. Di demekê de ku li hemberî şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dagirkeriyê çêdibûn de bi rihê seferberiyê tev li nav refên me bû. Hevrê Tolhildan, kêlî bi kêlî xwe fedayî têkoşîna me ya azadiyê kir. Ji roja yekemîn ku di nava refên şoreşê de cihê xwe girt û heya niha ji her erka ku girt ser milê xwe, bi azwerî nêz bû, di demeke kurt de bû şervanekî berxwedêr ê têkoşînê.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

 

Nasnav: Tolhildan Xwînrej
Nav û Paşnav: Ebdullah Kutlu
Navê Dayikê: Hediye
Navê Bav: Sabrî
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 11 Adar 2020

Em di şexsê hevrê Tolhildan Xwînrej de tevahî şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe re û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”


Mijarên Din