YPG‘ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG‘ê ragihadin ku şervanê wan Doxan Qendîl, di 16‘ê Nîsanê de dema ku li Helebê li ser erka xwe bû di encama qrîza dil de şehîd ket.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG‘ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî belav kir, tê de ragihand ku şervanê Ebdulrehman Hiso (Doxan Qendîl), di 16‘ê Nîsanê de dema ku li Helebê li ser erka xwe bû di encama qrîza dil de şehîd bû.

Daxuyanî wiha ye;

"Rêheval Doxan yê ku li Efrînê ji dayîk bû û mezin bû ji berxwedana dîrokî ya li wir bandor bû û di nav refên azadiyê de bi awayek çalak cîhê xwe girt. Bi sekna xwe ya dilnizm, bi kesayeta xwe ya jêhatî û kedkar her tim bû xwedî sekneke pêşeng ya tekoşer.

Em di şexsê heval Doxan de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Em di serî de ji malbata şehîdê xwe re, ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin; soza xwe ya têkoşînê ya bi armanca pêkanîna xeyalên wan em dubare dikin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye;

Nasnav: Doxan Qendîl

Nav û Paşnav: Ebdulrehman Hiso

Navê Dayikê: Şahide

Navê Bav: Xalid

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 16 Nîsana 2019


Mijarên Din