YPG’ê nasnameyên 8 şervanên di salên 2015 û 2016’an de şehîd bûne, eşkere kirin

YPG’ê nasnameyên 8 şervanên xwe yên di salên 2015 û 2016’an de şehîd bûne, eşkere kirin. YPG’ê diyar kir ku her heşt şervan di şerên li Holê, Bendava Tişrînê û pêngava rizgarkirina Minbicê de şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 8 şehîdên xwe eşkere kirin. YPG’ê destnîşan kir ku her heşt şervanên wan di salên 2015 û 2016’an de, di şerên li Holê, Bendava Tişrînê û Pêngava Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê de şehîd bûne.

YPG’ê ji malbatên şehîdan û tevahiya gel re sersaxî xwest.

Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hate gotin:

“Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Suriyê ji bo jiyaneke azad û demokratîk têkoşîneke bêhempa bi lehengî derxistiye holê. Ev berxwedana dîrokî ya biheybet, gelê me li ser asta cîhanê bilind kir û da nasîn. Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja îro, bi destê dewleta Tirk a dagirker her cure êriş li hemberî destkeftiyên gelê me hatin pêşxistin û polîtîkayên radestgirtin, înkar û îmhayê yên topyekûn hatin meşandin. Li hemberî van êrişên dagirkeriyê, ciwanên gelê me berê xwe da şoreşê û cihê xwe di vê berxwedana dîrokî de girt. Di salên 2015-2016’an de şerê me gihîştibû lûtkeya herî jor, di van salan de pêngava rizgarkirina bajarê Hol, Bendava Tişrîn û Pêngava Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina bajarê Minbicê de 8 hevrêyên me bi fedakariyeke mezin tev li van pêngavan bûn û bi qehremanî gihîştin asta şehadetê. Em nasnameyên van lehengan ji gelê xwe û raya giştî re parve dikin.

Di şexsê 8 hevrêyên xwe de tevahî şehîdên leheng ên şoreşa Rojava bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbatên wan û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

 

Nasnav: Agir Cigerxwîn
Nav û Paşnav: Suleyman Uçdag
Navê Dayikê: Gûrbet
Navê Bav: Ramazan
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 21 Cotmeh 2016

 

 

Nasnav: Baran Yilmaz
Nav û Paşnav: Îslam Yilmaz
Navê Dayikê: Şerîfe
Navê Bav: Cemal
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 12 Mijdar 2016

 

 

Nasnav: Dilêr Helo
Nav û Paşnav: Amanç Sabahî Batuş
Navê Dayikê: Habîl
Navê Bav: Resul
Cihê Ji Dayikbûnê: Serdeşt
Cih û Dîroka Şehadetê: Gire Spî / 15 Îlon 2015

 

 

Nasnav: Dilxwaz Farqîn
Nav û Paşnav: Huseyîn Tunç
Navê Dayikê: Hulîke
Navê Bav: Fesîh
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 23 Tebax 2016

 

 

Nasnav: Êrîş Pirsus
Nav û Paşnav: Kemal Polat
Navê Dayikê: Halîde
Navê Bav: Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn / 28 Îlon 2016

 

 

Nasnav: Ferhad Qoser
Nav û Paşnav: Hakan Ermîş
Navê Dayikê: Halîme
Navê Bav: Selîm
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 14 Mijdar 2016

 

 

Nasnav: Serhed Garzan
Nav û Paşnav: Fatîh Korkmaz
Navê Dayikê: Narînc
Navê Bav: Îhsan
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic - Gundê Elmaşi / 11 Cotmeh 2016

 

 

Nasnav: Şervan Korcan
Nav û Paşnav: Yusuf Demîr
Navê Dayikê: Perîhan
Navê Bav: Hayrettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Hol - Gundê Himir Şerka / 10 Mijdar 2015

 

ANHA


Mijarên Din