YPG'ê şehadeta du şervanên xwe ragihand

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG'ê şehadeta şervanên xwe Elî Elî ( Şevreş) û Ömer Dînçer (Hozan Peyaniş) ragihand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (PYG) bi daxuyaniyekê nasnameyên du şervanên xwe yên şehîd  Elî Elî ( Şevreş) û Ömer Dînçer (Hozan Peyaniş) eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Endamê Yekîneyên Antî Teror (YAT) rêhevalê me Şevreş Qamişlo, di pêngava li Dêrazorê de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de ku hêzên me dabûn destpê kirin, brîndar bibû û di dîroka 27ê Pûşperê 2020’an gihîşt şehadetê. Rêhevalê me Hozan Peyaniş jî di dîroka 6'ê Pûşperê 2020’an de di encama nexweşiyekê de li bajarê Hesekê şehîd ket.

Hevrê Şevreş, li bajarê Qamişlo di malbatek welatparêz de ji dayîk dibe. Ji bandorbûna têkoşîna me ya li dijî dagirkerî û paşverûtiyê tevlî refên şoreşê dibe. Di operasyon û pêngavên me yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de gav paş de neavêt û bi biryardarî tevlî bû. Hevrê Şevreş, erk û berpirsiyariyên xwe bi azweriyeke mezin bi cîh anî.

Hevrê Hozan di malbatek welatparêz de ji dayîk dibe. Hevrê Hozan bi ruhekî seferberî, li dijî êrîşên şoreşa Rojava û bakurê Suriyê ku pêş diketin tevlî refên şoreşê bû. Hevrê Hozan di nav têkoşînê de gazî jî bû. Ji têkoşîna li ser hîmê azadî û demokrasiyê ya gelan bawer kir û Kêlî bi kêlî li dijî her cure êrîşan têkoşîn meşand û tevlî şerê me yê berxwedanê bû.

Nasnameya rêhevalên me yê şehîd wiha ne;

Nasnav: Şevreş Qamişlo

Nav û Paşnav: Elî Elî

Navê Dayikê: Şerîn

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor | 27 Pûşper 2020

****

Nasnav: Hozan Peyaniş

Nav û Paşnav: Ömer Dînçer

Navê Dayikê: Siyaset

Navê Bav: Veysî

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê | 6 Pûşper 2020

Em di şexsê hevrê Şevreş Qamişlo û Hozan Peyaniş de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe re û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."

ANHA


Mijarên Din