YPG’ê şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn

Fermandariya Giştî ya YPG’ê di derbarê komkujiya Qereçoxê de daxuyanî da. YPG’ê got: “Em careke din rêhevalên xwe yên ku di 25’ê Nîsana 2017an de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin. Em ê paşerojek azad bi serkeftinan dagirtî diyarî gelê xwe bikin.”

Fermandariya Giştî ya YPG’ê di derbarê komkujiya Qereçoxê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye;

“Pêşketinên mezin ên şoreşgerî li Bakûrê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên mezin derxistin holê û mizginiya bi têkçûna terora DAIŞ’ê da cîhanê. Ev serkeftina dîrokî ya ku bi Newroza 2019’an destpê kir  bi serkeftina Dêrezorê re ji hemû mirovahiyê re hate diyarîkirin. Du sal beriya niha, di dîroka 25 Nîsan 2017’an de ji alî dewleta Tirk a dagirker ve li hember çiyayê Qereçox a ser bi bajarê Dêrikê  êrîşek hat pêkanîn. Di vê êrîşan de 20 şervanên YPG û YPJ şehîd ketin û dewleta dagirker xwest ku pêşketina me ya li Reqa ya li hember DAIŞ asteng bike. Dewleta dagirker her tim pêwendiyên xwe yên bi DAIŞê re parastiye û ji bo ku ev teror bibe belaya serê cîhanê her tişt kiriye.

Îro gelê Kurdistan û gelê Sûriyê bi berdêlên mezin û bi armanca avakirina jiyana hevpar û demokratîk, bi sedan keç û lawên xwe feda kirine. Di encama van berdelên da DAIŞ di herêmê de di warê fîzîkî de hatiye tunekirin. Têkoşîna me derbasî qonaxeke nû bûye. Di armanca êrîşên dewleta dagirker ya li dijî çiyayê Qereçoxê de jî lewazkirina vê hêza hevbeş ya têkoşînê û astengkirina van pêşketinan bû. Îro em weke YPG û YPJ çawa li hember her êrîşê bi şereke berxwedanê ya mezin bersiv didin, ji bo bîranîna hevalên me Ristem Zêdan, Jiyan Amed, Heqî Bagok û Nûda Gulbihar em bi dawîkirina terora DAIŞ’ê bersiv didin. Wê têkoşîna me hîn jî xurttir bibe û bidome. Her êrîşeke faşîzan, her ji ku der tê bila werê, wê bi şereke berxwedanê ya mezin were bersivandin.

Em careke din rêhevalên xwe yên ku di 25ê Nîsana 2017an de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin. Em careke din diyar dikin ku em ê paşerojek azad bi serkeftinan dagirtî diyarî gelê xwe bikin.”


Mijarên Din