​​​​​​​YPG’ê sersaxî ji malbata şêx Deham El-Hadî re xwest

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi peyamekê sersaxî ji malbata şêx Deham El-Hadî re xwest.

Di peyama sersaxiyê ya Fermandariya Giştî ya YPG’ê de wiha hate gotin:

“Ji bo şêx Hemidî Deham El-Hadî şêxê kabîleya Şammar a hêja û hemû malbatên E-Cerba yên hêja,

Gelên me û birayên me yên kabîleya Şammar li Sûriye, Irak û hemû welatan, wek Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi xemgîniyeke mezin me agahiya koça dawîn a şêx Deham El-Hadî birayê şêx Hemidê Deham girt. Em wek Fermandariya Giştî ya YPG'ê sersaxiyê ji we re dixwazin. Rehma xwedê li ser be.”

ANHA


Mijarên Din