YPG‘ê yê li Hesekê û Şedadê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê operasyon li dar xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê ragihand ku yekîneyên wan li Hesekê û navçeya Şedadê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê operasyon pêk anîn û diyar kir ku di operasyonan  de 3 çete hatin girtin û miqdareke çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Li hember şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê ji aliyê yekîneyên me Tîmên Operasyonên Taybet ve, ev  demeke tê şopandin, ku piştî gefxwarinên Tirkiyeyê yên li ser herêmê, ev şane karên xwe zêdetir kirine. Di dîroka 4.8.2019’an de, di navbera bajarên Şedad û Hesekê de li hember van şaneyên veşartî operasyoneke berfireh pêk hat, di encama operasyonê de 3 çete hatin girtin û her wiha amûrên ku ji bo êrîş û teqandinê yên ku tên bikaranîn hatin girtin, cebilxaneya ku hatiye desteserkirin ev e:

Di operasyona me ya îro de çek û cebilxaneya ku hatiye girtin

2 BKS, 4000 gule û hinek zincîr

75 Mayîn

1 B 7, 37  Roketên B 7 û 33 Heşwe

1 Çeka Zagrosê (Doçka)

3 AK4, 94 Jarjûr

1 Hawan 60 milim, 1 bingeha wê

1 Dûrbîn

1 4 Rextên teqînê

1 Topeke Kortexê

10 Kîlo TNT’ê

1 Bêdengkera çekan (Susturucu)

Jimarek alavên teqînê."


Mijarên Din