YPG û YPJ‘ê beşdarî tefandina şewata li Tirbespiyê bûn

YPG û YPJ‘ê li ser banga rêveberiya xweser û şêniyên navçeya Tirbespiyê beşdarî tefandina agir bûn û şewata li aliyê başûrê rojhilatê navçeyaê tefandin. Şewat li hin aliyan didome.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekî  bang li welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku destê alîkariyê bidin tîmên agirkujiyê û şewatên bi zeviyên herêma Tirbespiyê ketine vemirînin.

Şewata ku ji şevê din ve li navçeyê derketiye didome û bi hezaran hektar zevî da ber xwe. Şewat li gundên Mizgeft, Kerdîm, Girê Mergê, Otalca, Aleş û bajarokê Maşûq berfireh bû.

Tîmên agirkujiyê şewata li aliyekî tefandin beriya ku bighêje stasyona petrolê û ceyranê.

Li ser banga Rêveberiya Xweser bi sedan şervanên YPG û YPJ‘ê beşdarî tefandina agir bû û şewata li aliyê başurê rojhilatê navçeyê vemirandin.

Şewat li aliyê bakur ve didome. Tîmên agirkujiyê û komîteyên awarte yên herêmên Cizîrê bi hevkariya şêniyan vemirandina agir didomînin.

ANHA


Mijarên Din