YPG û YPJ: Em li gorî peymana QSD û NY`yê tev digerin

YPJ`ê tekez kir ku wan kesên 16 û 17 salî ji nav refên xwe derkirine û dê dosyaya wan ji komîteyên taybet re ji bo radestkirin û derkirina wan ji aliyên sivîl ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bişînin.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û wiha got: "YPG û YPJ`ê peymana qedexekirina zarokên temenê wan kêmî 18 saliyê bi rêxistina banga Cinêvê di Tîrmeha 2014`an de îmze kir, da ku wan ji bandorên pevçûnên çekdarî biparêzin. Her wiha kesên 16 –17 salî wek aliyên endamên ne şervan bi nav kirin. Di encama pêkanîna peymanê ji aliyê YPG û YPJ`ê ve, bi sedan zarok li jiyana sivîl vegeriyan."

Daxuyaniya YPJ`ê wiha pê de çû: "Piştî ku fermandarê giştî yê QSD`ê di 29`ê Hezîranê de îmze kir û bi erêkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi NY`yê li Cinêvê ku leşkerkirina zarokên temenê wan ji 18 salî û kêmtir qedexe bikin, YPG û YPJ bendên peymanê pêk tîne."

Her wiha YPJ`ê wiha lê zêde kir: "Em kesên 16 – 17 salî wek endamên ne şervan radikin, wekî berê di peymana banga Cinêvê de, dê ji bo derçûna wan dosyaya wan ji komîteyên taybet re bê şandin û radestî aliyên sivîl di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bikin."

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din