YPJ'ê du dewreyên şervanên nû yên ji pêkhateya Kurd û Ereb bi dawî kir

Akademiya Şehîd Bêrîvan a li navçeya Şedadê 2 dewreyên nû ku ji şervanên Kurd û Ereb pêk dihat bi merasîmeke leşkerî bi dawî kir.

Dewreyên şervanên nû yên bi navê Şehîd Amara û Şehîd Barîn, ku ji şervanên Kud û Ereb pêk dihat, piştî perwerdeya ji 45 rojan bi merasîmeke leşkerî bi dawî bû û şervanan sond xwarin.

Ji fermandarên YPJ'ê Rûken Efrîn beşdarî merasîmê bû û ji şervanan re axivî. Rûken got: "Em herdu dewreyan li Rêber APO, şehîdan û hevalên ku di greva birçîbunê de ne pîroz dikin û ji hemû hevalan re serketinê dixwazin."

Merasîm piştî axaftina fermandara YPJ'ê Rûken Efrîn bi dirûşmeya dirûşma "Bijî Serok Apo, bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

Şervanên ku cihê xwe di dewreyan de girtin, hestên xwe anîn ziman. Şervana YPJ'ê Şêrîn Rustem got: "Me perwerdeya siyasî, birdozî û leşkerî dît, min gelek hevalên ku ji pêkhateyê cude nas kir û me bi kêfxweşî perwerdeya xwe bi dawî kir. Heta ku ji me were em ê bi rêk û pêk tevlî bibin û heya dawî li ser fikirê Rêber APO bimeşin, tola hevalê şehîd rakin û li ber dijminê hov bisekinin."

Şervana YPJ'ê Hebûn Minbic jî fikir û hestên xwe wiha anî ziman: "Ji bo azadiya Rêber APO û jinan gelek hevalên me yên hêja şehîd bûn. Vê yekê bandoreke mezin li min kir û ez tevlî nava refên YPJ'ê bûm. Li vir min gelek heval nas kirin û ruhê hevaltiyê dît. Min ji perwerdeyê gelek encam girt ji ber armanca me mezin e, ez ê heya dawî li ser fikir û felsefeya Rêber APO bimeşim."

Şervana YPJ'ê, Arîn Amûdê jî axivî û got: "Ez tevlî nava refên YPJ'ê bûm, ji ber armanca min e ku ez bikaribim her jinekê pêwîstiya wê bi azadkirinê heye rizgar bikim û Rêber APO, di aliyê fîzîkî de azad bikim. Ez dema tevlî nava refên YPJ'ê bûm min nas kir ku rêya azadkirina jinê bi felsefeya Rêber APO dibe."

Merasîm bi gerandina govenda şervanan bi dawî bû.

(kc)


Mijarên Din