YPJ: Em bi rihê Leyla û hêrsa Avestayan xwe ji nû ve ava bikin

YPJ’ê têkildarî konferansa xwe ya duyemîn daxuyaniyek da û diyar kir ku di konferanê de pratîka xwe ya 7 salan nirxandiye û bi dirûşma “Em bi rihê Leyla û hêrsa Avestayan xwe ji nû ve ava bikin, dagirkeriyê têk bibin” biryardariya xwe ya têkoşînê ji bo dema pêş anî ziman.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 1-2 Hezîranê de bi beşdariya 200 delegeyan konferansa xwe ya duyemîn li dar xist. Her wiha nûnerên ji rêxistina Kongreya Star, MeclIsa Jinan, Rêberiya Xweser, Asayîşa Jinan û dayikên şehîdan beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de xalên weke rewşa siyasî-leşkerî, pratîka şerê 7 salan YPJ’ê meşandî, ji nû ve avakirina YPJ’ê, avakirina rêziknameya YPJ’ê. Her wiha biryarên di derbarê erkên YPJ’ê yên dema nû, biryarên derbarê şehîdan û plansaziya 2 salan de bû.

Fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed di vekirina konferansê de axivî. Newroz Ehmed, di destpêka axaftina xwe de konferans li jinên Bakur û Rojhilatî Sûriyê, jinên cîhanê, gelên Sûriyê û li malbat û dayikên şehîdan pîroz kir û wiha behsa girîngiya lidarxistina konferansê kir. Newroz Ehmed wiha axivî: “Di pêvajoyeke wiha de ku her kêlî di nava xwe de pêşketinên siyasî û leşkerî dihewîne, lidarxistina konferansê ji bo me xwedî girîngiyeke mezin e. Ji bo em erk û berpirsyariyên xwe yê vê demê rast û di cih de pêk bînin, nirxandina 7 salên derbas bûyî ji bo me girîng e. Li ser wê bingehê ev konferansa me xwedî roleke dîrokî ye. Bi vê zanebûnê girîngiya konferansê zanîn û jiyanî kirina biryardariya konferansê wê ji bo me bibe erka sereke ya vê demê.”

Fermandar Newroz Ehmed di axaftina xwe de bal kişand ser destkeftiyên hêzên wan di 7 salên derbasbûyî de û axaftina xwe wiha domand: “Li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê mîraseke têkoşînê ya hevbeş ji bo mafên jinan û doza têkoşîna jinan hebû. Bi hezaran jinên têkoşer di oxira mafên jinan de tê koşiyan û berdêlên giran ji bo azadiya jinan û gelan dan. Me wek YPJ’ê ev mîrasa komî ser hev bûyî ji bo xwe kir çavkanî. Ger ev mîrasa em behsa wê dikin tune buya, wê têkoşîna me ew qas bi lez bi pêş neketa. Me li ser rastiya têkoşîna jinan meşandî xwe gihand têkoşîneke gerdûnî. Bêguman fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocelan, yek ji hêmanên sereke yên pêşxistina têkoşîna me bûn.”

‘Şêwaza şerê me guherî’

Newroz Ehmed behsa xalên sereke yên ku wan di konferansê de nirxandine kir û wiha got: “Xala sereke em di konferansa xwe de li ser rawestîn wek YPJ’ê xwe ji nû ve avakirin e. Şerê me heya niha li hemberî komên çete û DAIŞ’ê bû. Bi tunekirina DAIŞ’ê re erkên me bi dawî nebûne. Ji ber hîna hişmendiya desthilatdar bi dawî nebûye. Hîna jî li ser jinên Sûriyê û gelan xetereyên mezin hene. Di serî de Efrîn û gelek herêm di bin dagirkeriyê de ne. Em dikarin bibêjin şêwaza şerê me hatiye guhertin. Pêwîste em jî weke YPJ’ê di çerçoveya şêwaz û rêbazê şerê nû de xwe perwerde bikin û ava bikin. Di warê zenebûn û branjên leşkerî de bighînin pisportî û profesyonaltiya vê serdemê. Me çawa di dest pê ka avakirina şoreşê de rola pêşengtî ya parastina jin û welat girt ser milê xwe, ji niha û pêve jî em ê bi heman ferasetê parastina nirxên şehîdan û destkeftiyên wan avakirine biparêzin.”

Di dawiyê de fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed, xalên konferansê diyar kirin û got: “Em ji bo xwedî li keda şehîdên xwe derkevin, nirxên wan avakirine biparêzin, biryardariyeke bihêz a meşandina têkoşînê pêwîst e. Li ser vê bingehê em ê bi rihê Leyla û hêrsa Avestayan xwe ji nû ve ava bikin û dagirkeriyê têk bibin.”

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê îro li ser malpera der barê konferansa xwe ya duyemîn de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku têkoşîna YPJ’ê gihaştiye qonaxeke nû û wiha hate gotin:  “Piştî 7 salên tijî şer, berxwedan, têkoşîn ku me wek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi gelê xwe re jiyanî kir, em îro gihîştin merheleyeke nû ya têkoşîn, erk û berpirsyariyan. Me bi zanebûna erkên xwe yên dema nû di dîroka 1-2 Hezîranê de bi beşdariya 200 delegeyan konferansa xwe ya duyemîn li dar xist. Di vê mehê de lidarxistina konferansê, bêguman ji bo jinên Rojhilata Navîn û jinên Kurd xwedî wateyeke dîrokî ye û pêşxistina têkoşîna hevbeş îfade dike.”

Der barê naveroka konferansê de jî wiha hate gotin: “Di konferansa me de nirxandinên girîng li ser pratika şerê 7 salan yê ku YPJ’ê bi awayeke aktîv cihê xwe tê de girtî, hatin kirin. Her wiha avakarên van nirxên mezin şehîdên şoreşê yên bi kedeke bêhempa bihust bi bihust di sengerên şer yê herî pêş de cih girtin û gihîştin şehadetê, hatin bîranîn. Soza domandina têkoşîna di rêya wan de careke din hate dubarekirin. Di konferansê de gelek nirxandin û biryarên girîng di derbarê şehîdan de hatin girtin û hate ziman parastin û jiyanî kirina xeta şehîdan wê me bibe serkeftineke mayînde.”

Daxuyaniya YPJ’ê wiha bi dawî bû: “Em wek YPJ, ji bo xwe di warê pisporiya leşkerî de bi hêz bikin, xwe bigihînin şervaneke rast jiyan dike, rast şer dike û xwe diparêze kesayetiyek xwe di warê leşkerî û fikrî de avakirî pêwîst e. Li ser vê hişmendiyê me pêwîstî bi xwe ji nûve avakirin û gihîştina kesayetiyek profesyonal ya li gor şerê vê serdemê ava bike dît. Li ser wê bingehê weke YPJ’ê xwe ji nû ve avakirin, weke erka me ya yekemîn hate dîtin û li gora wê biryarên girîng di vê derheqê de hatin girtin.

Me di konferansa xwe de careke din dît ku hîna gelek erk û berpirsyariyên dîrokî û bi taybet parastina nirxên civakê li pêşiya me ne. Ji bo em van nirxan biparêzin, civaka netewa demokratîk saz bikin û bibin hêza parastina wê me soz û biryardariya xwe nû kir.

Di dawiyê de em bi wesîleya hatina cejnê, cejna remezanê li tevahî civaka îslama demokratîk û jinan pîroz dikin û em bi hêvî ne ev cejn bibe wesîleya jiyaneke aram, aştiyane û hevbeş a gelan.”


Mijarên Din