YPJ: Em ê bi têkoşîna xwe xeyalên hevrê Emgîhan pêk bînin  

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê şehîd Emgîhan Cûdî ku li Kobanê şehîd bûbû, bi bîr anî.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî şehadeta şervana wan Emgîhan Cûdî (Xemê Pusat) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Di şexsê hevrêya me Emgîhan Cûdî de, em tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin. Li hember fedakarî, ked û têkoşîna hevrê Emgîhan, soza şopandina rêya şehîdan nû dikin. Ji malbata hevrê Emgîhan û tevahî malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.   

Hevrêya me Emgîhan Cûdî, hemû jiyana xwe di nav refên têkoşîna azadiyê de derbas kir. Ji  malbateke welatperwer e, di malbatek bi çand û nasnameya xwe ya cewherî dijî de mezin dibe. Li hemberî siyaseta tinekirin, ne qebûlkirin û dagirkeriya dewletên nûker ji bo jiyaneke azad, wekhev, diyarî gelê xwe bike têdikoşe. Meşa bê westan ya li ser şopa şehîdan, ji bo xwe weke erkekî dîrokî, çandî, exlaqî û civakî dibîne. Bi vê zanebûnê hemû temenê xwe dixe xizmeta têkoşîna ji bo azadiya jinan û gelan. 

Hevrê Emgîhan, di nav salên xweyî dirêj yên têkoşînê de, ji bo xizmeta gelê xwe bike li gelek qadan erk digre û têkoşîna xwe bê navber dimeşîne. Wek jineke Kurd, bi zanebûn û rola pêşengtî, ji têkoşîna hemû jinan re kirin radibe û li qadên lê dimîne her tim xwe ji bo hemû kar û xebatan amade dike.   

Şoreşa Rojava ku bû îlhamek ji bo tevahî jinên Kurd, ji bo hevala me Emgîhan jî bû çavkaniya mezinkirina têkoşîna azadiyê. Bi fedekarî, bi biryardariyeke xurt li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê, weke her jinekê têkoşîna azadiyê meşand. Hevrêya Emgîhan Cûdî yek ji wan şoreşgeran bû ku tev li şoreşê bû. Di şoreşa gelan de kedek mezin dide. Ji bo avakirina feraset û pergala netewa demokratîk bi jiyanî bibe, têkoşînek bêhempa meşand. Hevrêya me Emgîhan bi rûkenî, bi çoş û fedakariya xwe bala hemû hevalên xwe dikşand ser xwe û heta kêliya ku şehîd bû, ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyaye. Di hemû jiyana xwe ya şoreşgerî de di xet û têkoşîna jina azad de her tim bû xwedî seknekî û di vî warî de bê tavîz û bê dudilî têkoşîn meşand.  Bi têkoşîna xwe kesayeteke azad û şoreşger afirand. 

Me hevrê Emgîhan di dîroka 19.08.2019’an de li Kobanê ji ber nexweşiya krîza dil winda kir. Em ji ber şehadeta hevrêya xwe êşa malbatê parve dikin û sersaxiyê ji malbat û gelê me re dixwezin. Ji bo em ala azadiyê ya hevrêên xweyî şehîd hilînin û hêvîya wan ya jiyana azad bi cîh bînin em ê her tim tê bikoşin.  

Em li ser wê bingehê careke din, di serî de malbata hevrê Emgîhan û hemû gelê me yî welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê ala azadiyê ya ku şehîdan dewrî me kiriye, bigihînin serkeftinê."

Nasnav: Emgîhan Cûdî
Nav û paşnav: Xemê Pusat
Cih û dîroka şahadetê: 19.08.2019 Kobanê

 


Mijarên Din