YPJ: Hevala me Mizgîn Kobanê 2’yê Tîrmehê şehîd bûbû

YPJ`ê daxuyad ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya nûçeyên derew dixwaze binkeftinên xwe binixumîne û şehadeta Mizgîn Kobanê ku di 2’yê Tîrmehê de şehîd bûye, wekî ku nû şehîd bûye nîşan dide.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî derewên ku dewleta Tirk belav dike ku şehîd Mizgîn Kobanê nû şehîd bûye, daxuyaniyek da û tê de got:

“Dewleta Tirk a dagirker her carê bi rêya nûçeyên xwe yên manipulasyonê dixwaze li ser binkeftinên xwe bigire. Her roj agahiyên hevalên me yên ku me şehadetên wan di demên derbasbûyî de ji raya giştî re eşkere kiriye, weke ku ew heval nû şehîd bûne pêşkêşî civakê dike. Ev rêbaza ku dewleta Tirk a dagirker bi kar tîne yek ji rêbazên feraseta dewletên desthilatdar û faşist e. Ev kiryara dewlete Tirk a çete careke din nîşaneya bê çaretiya hikûmeta faşîst a Tirk e.

Hevala me Mizgîn Kobanê, di 2’yê Tîrmehê de di encama êrişa balafirên bêmirov a dewleta Tirk a çete û dagirker de li Reqayê şehîd bûbû, me ev bûyer bi gelê xwe û raya giştî re di dîroka 3`yê Tîrmeha 2022’yan de parve kiribû.

Lê dewleta Tirk wekî ku ev bûyer nû qewimiye careke din bêexleqiya xwe ji hemû cîhanê re eşkere dike. 

Nasnameya hevala me Mizgîn Kobanê wiha ye;

Nasnav: Mizgîn Kobanê

Nav û paşnav: Siham Mislim

Navê dayikê:  Emîne

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: 1990, Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 02.07.2022”  


Mijarên Din