YRA’yê avabûna Yekitiya Ragihandina Jinan pîroz kir

Yekitiya Ragihandina Azad bi peyamekê damezirandina Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) pîroz kir û da zanîn “Ev gava hatiye avêtin, ji bo rojnamevanên jin cihê şanazî û rêzdariyê ye.”

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) li ser malpera xwe bi peyamekê damezirandaina Yekitiya Ragihandjna Jinan (YRJ) pîroz kir. Di peyama pîrozbahiyê ya YRA’yê de wiha hate gotin:

“Di 28’ê Hezîranê de, jinên rojnamevan ên Bakur û Rojhilatî Sûriyê  konfransa  ragihandina jinan a sêyemîn li dar xist. Di encama kongreyê de Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) hat damezirandin.

Em wek Yekitiya Ragihandina Azad damezirandina Yekitiya Ragihandina  Jinan  pîroz dikin. Her wiha serkeftin û pêşketina di karê ragihandina jinan de hêvî dikin. Her wiha ev gava ku hatiye avêtin, ji aliyê rojnamevanên jin ve cihê şanazî û rêzdariyê ye.”

ANHA


Mijarên Din