YRA‘yê xelatên Şehîd Mezlûm Bagok da

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) 121. Salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kirin û xelatên kedê ya Şehîd Mazlûm Bagok belav kirin.

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) îro bi wesîleya 121’emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî  li hola Zana ya bajarê Qamişlo pîrozbahî lidarxistin û xelatên kedê ya  Şehîd Mazlûm Bagok belav kirin.

Ewlehiya hola Zana ji aliyên Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve hat girtin. Hola Zana bi wêneyên şehîdên ragihandina azad, pankartên dezgehên ragihandinê hatibû xemilandin. Bi dehan rojnamevan di nav de yên biyanî û endamên ragihandina QSD‘ê di şahiya belvakirina xelatan de amade bûn. Pêşwaziya rojnamevanan ji aliyê Hevserokên Ragihandina Azad Evîn Yûsif û Sîpan Can ve hat kirin.

‘Heya niha ezmûna têkoşîna ragihandina Kurdî dewam dike’

Şahî bi deqeyêk rêzgirtin destpê kir, piştre Hevserokê YRA‘yê Sîpan Can axivî. Sîpan Can di destpêkê Roja Rojnamegeriya Kurdî li hemû şehîdên ragihandina azad û xebatkarên çapemeniya Kurdî pîroz kir û got: “Di oxira derxistina rastiyê de rojnamegerên Kurd gelek berdelên mezin dan û didin. Çapemeniya Kurdî her dem di nav zor û zehmetiyên mezin re derbas bû. Heya niha jî li ser asta Kurdistanê rojnamegeriya Kurdî di nava têkoşînek dijwar de dixebite. Pêvajoyên ku li gelemperiya Kurdistanê têkildar dike, di hêvî û asoyên fireh de di qezençkirina nasnameyê de afirandin. Li vir li erdnîgariya şoreşê jî qonaxên gelek girîng û tecrûbeyên dewlemend derbas bûn. Lê di ber wan berdelan de em ê tim deyndar bin. Ew deyn encax di pêvajoya ezmûna li pêş me de em ê karibin bidin.”

Piştî axaftinan  têkildarî xelatan de sînevîzyone hat pêşandin û xelat hatin dayîn. Xelatên rojnemegeriyê ji aliyên dayik û bavê Şehîd Mazlûm Bagok ve hate belav kirin. Rojnemevanên ku hêjayî xelatan hatin dîtin ev;

Xelata dîmen: Fîras Kildan, Cîhad Derwîş

Xelata wêne: Sozdar Oremar, Hebîb Zavê

Pêşkêşkirina raporê: Hoşeng Hesen

Rapora Nivîskî: Hemze Hekmê, Idrîs Henan

Her wiha bawername ji nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê re Gulîstan Mihemed, Ibrahîm Ehmed hate dayîn.

Spasname ji Hêlîn Gabar, Elî Kilzî, Merwan Qamişlo, Ferîd Edwar vê hat belav kirin.

Pîrozbahî bi stranên hunermend Ciwan Cemîl û Sefqan Orkêş bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din