YRJ qetilkirina 3 jinên xebatkarên kanala Afganistanê şermezar kir

Koordînasyona Meclisa Yekitiya Ragihandina Jin êrişa DAIŞ’ê ya li dijî her sê jinên xebatkarên kanala televîzyona Afganistanê bi daxuyaniyekê şermezar kir û got: "Em wek rojnamger dê her derverekê bişopînin û sûcên li dijî jinan pêk tên ji raya giştî re eşkere bikin."

Têkildarî mijarê, Koordînasyona Meclisa Yekitiya Ragihandina Jin sûc û êrişa DAIŞ’ê ya li dijî her sê jinên xebatkarên kanala televîzyonê ya Afganistanê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di rojên ku jin li her deverê bi çalakî û xwepêşandanan roja têkoşîna jinan pêşwazî dikin, li kêleka gelek buyerên di çarçoveya tundiya li dijî jinan ku têne kirin de, buyera sê jinên xebatkarên televîzyona xwecihî ya Afganistanê Enikass jî ku li herêma Nangarhar dema ji kar ber bi malên xwe ve diçûn di êrişeke DAIŞ’ê de hatine kuştin. Li hemberî vê buyerê em weke rojnamevanên Bakur Û Rojhilatê Sûriyê (YRJ) nerazîbûnên xwe nîşan didin û van kiryarên hêzên tundraw şermezar dikin û dibêjin ku divê hemû rojnamevan li hemberî vê buyerê bê deng nemînin.

Rojnamevan ku kesên di ragihandina rastiyan de berpirsyar in, erkên xwe pêk tînin û ji bo ronîkirina mirovatiyê ked û xebateke binirx û ya pîroz didin meşandin. Hedefgirtina rojnamevanan rastiya hişmendiya tarî ya ku li dijî mafên azadiya çapemeniyê û eşkerekirina rastiyan dide nîşandan. Ev buyer careke din xeteriya DAIŞ li ser cîhanê, bi taybet jî li hember jinan dide nîşandan.

Weke tê zanîn têkçûna DAIŞ li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkoşîn û berxwedana gelên herêmê pêk hat, lê hîn jî di herêma me de şaneyên veşartî hene û gelek oprasyonên serkeftî li dijî wan pêk hatine û ev oparasyonan didomin. Pir eşkere ye ku li pey van şaneyan kesên DAIŞ’ê di cîhanê de bi rêxistin dikin, hene û li aliyekî din jî yên ku hewl didin rastiya heyî raxin ber çavan û bi erkên xwe yên exlaqî û rojnemevanî tev digerin jî hene. Di herêma me û Kurdistanê de jî rojnamevanên ku têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê kêlî bi kêlî şopandin û rêya me ya rojnamegeriyê ronî kirine, hene.

Hinek rojnamevanên ku di pêvajoya şopandina têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de bi destê DAIŞ şehîd bûne, weke Denîz Firat, Dilîşan Îbiş ku di oxira xebatên ragihandina azad de şehîd bûne, mîrasa têkoşîna rojnamegeriya li hemberî hişmendiyên tarî û paşverû yên weke DAIŞ’ê ji me re hiştin. Em li ser mîrasa wan, vê buyera kuştina her sê jinên rojnameger careke din  şermezar dikin û bang dikin ku li dijî hêz, dewletên ku DAIŞ’ê xwedî dikin ku dibe sedema qetilkirina jinan , kiryar û sûcên der heqê jinan de pêk tînin lêpirsîn werin vekirin. Ji bo hişmendiya DAIŞ’ê ya li dijî jinan ku li cîhan belav nebe, pêwîst e ku aliyên elaqeder bi erkê xwe rabin û erkê me yê rojnamevaneye jî ku em dev ji dozên kuştina jinan û binpêkirina mafên rojnamevanan bernedin. Em ê jî weke YRJ’ê di vê çarçoveyê de têkoşîn û xebatên xwe bêdudilî bidomînin."

ANHA


Mijarên Din