Yûsif Gulo; abîdeyeke welatparêziya Rojava- Şukru Gedîk

Yûsif Gulo ku mezinê malbateke xizan, qelebalix û welatparêz bû, di encama êrişeke bi balafirên bêmirov a dewleta Tirk a faşîst de li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê di 9'ê Mijdara 2022'yan de tevî 2 neviyên xwe di erebeyekê de hate qetilkirin. Di encama êrişeke bi balafirên bêmirov de hat ragihandin ku neviyekî wî yê din bi namerdî hatiye kuştin. Dewleta Tirk a faşîst careke din êşek bi malbata Gulo da kişandin. Êdî ew ne tenê malbatek e, rastiya Kurdistanê bi xwe ye. Ew mirovekî mezin û mezinê malbatekê bû ku herî zêde şehîd dane û bi xwe jî gihaştiye şehadetê û nemir bûye. Lewma jî divê careke din apê Yûsif Gulo were bîranîn.

Yên dibêjin ew dara çinarê ya 80 salî bi êrişeke balafirên bêmirov li erdê xistiye, şaş in. Apê Yûsif derwêşek bû ku dilê xwe dabû têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û mirovekî jîr û zana bû. Kesekî bibiryar û xwedî îrade bû ku rehên xwe berdabûn nava axa Kurdistanê û jê têr dibû û dil dabû welatê xwe û dilsozê wê bû.

Ji roja ku têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir, dilsozê soza xwe ya hevaltiyê bû. Tevî temenê xwe yê mezin jî, bêyî ku ji biryardariya xwe ya têkoşînê, coş û daxwaza xwe ya xebatê tawîzê bide, bû xwedî meşeke bêeman. Li derdora xwe xwedî otorîteyeke xwezayî bû. Giraniya wî ne tenê di nava malbatê de, di nava gel de jî zêde bû. Ji ber sadebûn, xwezayîbûn, xêrxwazî û wêrekiya xwe dihate guhdarîkirin û hurmet jê re dihate girtin.

BI KADROYÊN PKK'Ê RE HEVRÊTÎ KIR

Taybetiyên apê Yûsif taybetmendiyên mirovên qenc û bêqusûr bûn. Mirovekî dilrast bû, ku kesek biçûya ber deriyê wî, dizanî ku dê destvala venegere. Bi kesayetiya xwe ya kêmpeyda ku sembola çanda Kurdan a qedîm bû, bû şopdar û nûnerê herî baş ê rêber Apo û hevrêyê kadroyên têkoşîna azadiyê ya Kurd. Ew ne rêwîyekî ji rêzê bû, li ser şopa şehîdan dimeşiya. Tevî hemû zor û zehmetiyan jî rîsk girt, bê tirs tev geriya, bê navber keda xwe di nava gel de domand û heta roja şehîd ket jî, ala di dest de danenî. Çi pirsgirêka dest biavêtiyayê, çareser dikirin û bi duristiya xwe ji xwe re di dilê gel de textekî zêrîn çêkiribû.

Ew ne tenê serkêşê malbatekê bû, xizmên xwe û kesên derdora xwe jî xistin nava têkoşînê, her wiha di karê gel de pêşeng bû. Mîna keleheke xeta berxwedanê bû ku li dijî xiyanetê tu carî tawîz neda û xizmên xwe yên pişta xwe dan têkoşînê jî red kirin. Di oxira têkoşînê de tiştekî wî yê nikaribe feda bike, tune bû. Û herî dawî jî hebûna xwe ya herî hêja anku jiyana xwe ji bo vê têkoşînê terxan kir. Wek pêşengê malbateke ku zêdetirî 20’an şehîdên wê hene û berdêlên herî giran dane têkoşîna li Kurdistanê, hêjayî her cure pesnekê ye.

Apê Yûsif bû xwedî jiyan û pratîkeke ku ji têkoşînên rizgariya neteweyî re bibe mînak. Her tim êşa her şehîdekî di nava malbatê de di kûrahiya dilê xwe de vedişart, birîna xwe nîşan nedida, serî netewand û poşman nebû. Êşên di dilê xwe de mezin kirin û veguherandin tolhildanê. Bi her şehîdekî xwe serbilindtir hîs dikir, her şehîdek ji bo wî madalyoneke rûmetê bû, her tim serbilind bû. Ji jiyana mutewazî a apê Yûsif welatparêzî, gelparêzî, jêhatîbûn, zanabûn û gelek tiştên din hene ku mirov hîn bibe. Ji bo gel jî wek dibistanekê bû.

MIHEDDÎN GULO JÎ TEV LI KARWANÊ ŞEHÎDAN BÛ

Di êrişa dawîn ya bi balafirên bêmirov a dewleta Tirk a faşîst de neviyê apê Yûsif Miheddîn Gulo jî tev li karwanê şehîdan bû. Barê giran ê têkoşînê hildan û li dû xwe kevneşopeke berxwedanê hiştin û ber bi bêdawîtiyê ve çûn. Apê Yûsif jî bi şehadeta xwe dîrokeke hêjayî kesayetiya xwe li dû xwe hişt. Şoreşa Rojava dît û tê de jiya. Dizanî barê giran bide ser milê xwe û tu carî gilî û gazin nekir. Belkî jî kesekî ku herî baş dizanî şoreş bê berdêl nabe, ew bû. Lewma jî êşa malbatên şehîdan ne tenê li Rojava, li tevahiya Kurdistanê jî hîs dikir.

GOTINA DAWÎN A ŞEHÎDAN DÊ TEQEZ WERE BICIHANÎN

Çeteyên ku apê Yûsif qetil kir, digot bi balafirên bêmirov dê êrişî wî bikin û wî tune bikin. Lê belê wî dest bi jiyana di dilê bi milyonan mirovan de kir. Hemû Kurdên birûmet, bi taybetî jî ciwanên şoreşger ên Kurdistanê dê xwedî li bîranîna apê Yûsif derkevin. Dê bêhtir biryardariya têkoşînê geş bike û berxwedanê bêhtir mezin bike. Wek pêwîstiyeke xwedîderketina li şehîdan û xwedîderketina li bîranînên wan, dê gotinên dawîn ên şehîdan wek fermanan bên dîtin û zû yan jî dereng, dê werin bicih anîn. Diyalektîka vê têkoşînê bi vî rengî xwe domandiye.

Dîktatorê faşîst Erdogan di rojên dawîn de êrişên xwe yên bi balafirên bêmirov ên li ser Rojava dijwar dike. Faşîzma netewedewleta Tirk heçku ji rijandina xwînê keyfê digire, heçku têkiliyên xwe yên bi mirovahiyê û wijdan re qut kirine, êriş dike. Bi pêkanîna êrişên ku jin û zarok tê de jiyana xwe ji dest didin, sûcên şer dike. Bi bikaranîna hêza dewletê ya bêsînor, têkbirina Kurdan ne pêkan e. Bes e ku tevgera azadiyê ya Kurd li pişt xwe vegere û bibîne ku wê gelek hikumet û general pûç kirine. Dema roja wê hat, agirê vê têkoşînê dê yên li ser desthilatê bişewitîne. Û divê tu carî şik û guman tune be ku ew roj gelekî nêzîk e. 

Di şexsê apê Yûsif Gulo de em welatparêzên şoreşger ên di êrişa dawîn a balafirên bêmirov de şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Em sersaxiyê ji malbata Gulo re dixwazin.