Yûsif Kara: Hikumeta Iraqê û NY'yê hevkarên êrişa li ser Mexmûrê ne

Der barê êrişên li ser Mexmûr de Yûsif Kara, diyar kir ku hikumeta Iraq û NY'yê  şirîkên êrişên dewleta Tirk in û got: “Di dema êrişan de hêzên Iraqê li Mexmûrê civîna xwe li dar xistin ku êriş kîlometreyek dûrî cihê wan pêk hat. Ev paradoks e û cihê gumanê ye.”

Dewleta Tirk a dagiker êrişên balafirên xwe li ser Mexmûrê nedaye sekinand. Di 5`ê vê mehê dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçek (SÎHA) bombe li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li maleke şêniyan barand. Piştî bombebaranê liv û tevgera balafirên dewleta Tirk heya duh berdewam kir.

Piştî êrişa dewleta Tirk Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevpar, Fermandarê Hêzên Hevpar û gelek rayedarên payebilind ên artêşa Iraqê serdana Mexmûrê kirin. Ji bo vê çûyîna hêzê Iraqê Kara, anî ziman ku dema ku windahiyên canî çêdibin şande naçê cihê lêdanê lê dema windahî çênabin şandê tên.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/07/06/201248_20220622-yusuf-kara-jpg0adad0-image.jpg

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Waregeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û helwesta hikumeta Iraqê,  hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yûsif Kara axivî. Yûsif Kara diyar kir ku di encama lihevkirinên qirêj de qada hewayî ji dewleta Tirk re nayê girtin û banga hevgirtina xurt li dijî êrişan kir.

KONSEPTA DIJMINATIYA KURDAN ÊRIŞÎ MEXMÛR DIKIN

Kara, êrişên dewleta Tirk yên li ser Wargeha Mexmûr bi konsepta li dijî kurdan ve girêda û got: “Şêniyên li wargeha Mexmûr nêzî 30 salan ji ber zilm û êrişên dewleta Tirk a faşîst neçarî koçberiyê bûne. Qirêjî û gemariyên xwe hîna jî hem di qada navneteweyî hem jî civaka Kurdistanî de pêk tîne. Êrişên ku li seranserî Kurdistanê dide meşandin perçeyeke wê dibîne.  Li pêşiya siyaseta xwe ya qirêj ku îro dixwaze hebûna neteweyekî ji holê rabike ku wekî astengî, kelaya berxwedanêke dibîne. Ji 2017`an ve êrişên hewayî pêk tînin lê beriya wê jî êrişên li ser wargehê tu caran ne ji aliyê dewleta faşîst ve ne jî hevkarên wan kêm nebûne. Ez van êrişan bi konsepta ku îro li ser Kurdistanê tê meşandin ve girêdidim.”

`JI BER KRÎZA IRAQÊ DEWLETA TIK HESPÊN XWE TÊ RE DIBEZÎNE`

“Bizmarê cîhanê derketiye ku kes dengê xwe ji van êrişan re nake” bi van gotinan Kara helwesta xwe li dijî bêdengiya ji êrişan re nîşan da û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji krîza navxweyî ya Iraqê sûd werdigre. Ji ber wê sedemê Kara, diyar kir ku herkes hespên xwe di nav Iraqê de dibezîne û got: “Qanûn, pîvan, exlaq, mirovahî, parastina jin û zarok heya asteke ji holê rabûye.  Hemû têkilî ketine bin berjewendiyên bazirganî. Dewleta Iraqê niha di krîzekê re derbas dibe, ne xwedî vîn e. Ev nêzî salekê ye hilbijartin hatine çêkirin, lê hikumet nehatiye avakirin. Her kes sûdê ji vê krîza Iraqê werdigre ku hespên xwe tê de dibezînin. Ji krîza navxweyî ya Iraqê dewleta faşîst jê sûd werdigre. Dewlet Tirk a faşîst li Baxda, Mûsil, Kerkûk û Hewler ku jê re bûye keleya sereke hespên xwe tê de dibezîne. Neteweyên Yekbûyî di esas de dewletên netewe ne. Berjewendiyên wan yên aborî li gel kî hebin bi wan re tevdigerin û nêzîkatiyên wan jî bi vî awayî pêk tên. Nêzîkatî, qanûn û hebûna ku li ser avabûne bi tu awayî esas nagirin.”

NÊZÎKATIYA UNICEF Û NY LI DIJÎ ÊRIŞAN

Kara, bal kişand ser hin hevdîtinên ku bi UNICEF û NY'yê re li dijî êrişên dewleta Tirk lidarxistine û bersivdayîna van saziyan j parve kir: “Beriya demekê me bi berpisyarê UNICEF û NY`'yê re der barê êrişên dewleta Tirk  de hevdîtin çêkirin. Lê ji berpirsyartiyên xwe direvin. Ew jî diavêjin ser hikumeta Iraqê ku dibêjin der barê ewlekariya we de Iraq berpirsyar e. Di beşek Iraqê de vîn tine ye di beşek din de jî bi vê komplo û konseptê re şirîk e.”

'KÎLOMETREYEK DÛRÎ HÊZÊN IRAQÊ ÊRIŞ PÊK HATIYE'

Kara, anî ziman ku di roja êrişê de civîna hêzên Iraqê li Mexmûrê hebû û cihê hat bombebarankirin kîlometreyek dûrî cihê civîna wan bûn. Kara, da zanîn ku ew cihê nakokiyê ye û hevkariya wan nîşan dide û got: “5`ê vê mehê bi berpirsyarekî hêza Iraqê bi navê Ebdulemîr Reşîd û peşmergeyên herêmî li Mexmûr bûn. Civîna wan li ser ewlekariya navçê hebû. Ji Mûsil heya Kerkûk ewlehî girtibûn û hêzên xwe bi cih kirine. Lê kîlometreyek jorî wan balafirên bê mirov yên dewleta faşîst wargehê bombebaran kirin. Ev paradoks e. Ger destê wan di vê êrişê de nebe û ne hevkarê van êrişan bin çima di navbera kîlometreyekê de balafirên wan lê didin? Gumanê me hene ku ev balafirên dewleta Tirk ji Hewlerê radibin.  Ne mimkûne ku ji sînorê Tirkiyê 170 km balafir rabin û wargehê bombebaran bikin. Ger balafir ne ji cihekî nêz be ne ewqas zû tên ne jî ewqas bibandor dibin. Tevgera wan gumanekê mezin çê dike.”

'DEMA WINDAHIYÊN ÊRIŞAN ÇÊDIBE ŞANDEYA IRAQÊ TÊN MEXMÛRÊ'

Piştî bomberbaranê şandeyek ji hikumeta Iraqê  çû  Mexmûrê Kara, wekî tiştekî sembolîk nirxand û got: “Carna me ji wan re gotiye ku werin, bi wan bê ji xwe nayên jî. Ji ber ku êrişa 21'ê Gûlanê li ser Mexmûr pêk hat me kir û nekir nehatin. Dema em windahiyan nadin şande tê, lê dema em windahiyan didin ew şande nayên. Ev jî yek ji nakokiyan e ku raste rast hevkariya wan nîşan dike. Hatina wan sembolîk e ku vedaneke mezin di qada navnetewey an jî neteweya Iraqê de çê bike tine ye. Li ser vê mijarê min gelek hevdîtin bi wan re jî çê kirin lê tiştekî ku em ji wan hêvî bikin tine ye.”

ÇIMA QADA HEWAYÎ JI DEWLETA TIRK RE NAYÊ GIRTIN?

Kara diyar kir ku di encama lihevkirinên qirêj de qada hewayî ji dewleta Tirk re nayê girtin û ev tişt lê zêde kir: “Amerîka serkeşiya NATO'yê dike. Ger îro NATO, dewletên Ewropa, Fînlandiya û Swêd li ser têkbirina Kurdan pîvan, qanûn, exlaqa xwe ewqas binpê dikin û diçin hevpeymanan , em nebawer in ku piştî vê saetê û şunde Amerîka qada hewayî ji dewleta Tirk re bigre.  Ji ber hevkarên hev in. Zarokên me ji ber balafirên dewleta Tirk êdî nikarin di nav wargehê de bilizîn, derbikevin kolanan. Ruxmî vê jî pişt serê van zarokan êrişan dikin. Bingeha vê bedengî û sekna dewletan modernîteya kapîtalîst e. Tu hêviyên me jî bi wan tine ye.”

`ME SOZA BERXWEDANIYÊ DAYE`

Têkildarî berxwedana gelê Mexmûr Kara, destnîşan kir ku heya mîsogeriya serkeftinê wê berdewam bike û wiha pê de çû: “Gelê wargeha Mexmûr hêza xwe ji pakrewan, felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, baweriya têkoşînê digre.  Baweriya wan gelekî qewîm e ku ev têkoşîn biserbikeve. Bi vê qûdretê li dijî van xayîn, xwînmêj, faşîst, hevakar û dijminan berxwedana xwe bênavber dewam dikin. Ji ber wê dagirker nikarin bigihîjin armancên xwe. Dibe ku em êş bikşînin, berdel bidin lê beramberî wê jî wekî gelê Mexmûr me soza berxwedanê daye. Ji sedî 95 ev hêz li wargeha me de heye ku serkeftinê tacîdar bike.”

`DIVÊ EM XWEDÎ HELWESTEKÎ, HÊRSEKÎ TUNDTIRÎN BIN`

Li dijî êrişên li ser Şengal, Mexmûr, Rojava û Başûrê Kurdistanê Kara banga hevgirtina xurt li Kurd û Kurdistaniyan kir û got: “Heya astekê ji dewleta Tirk a dagirker re şewqa kesk hetiye vêxistin. Divê em wekî gelê Kurd û Kurdistanî xwedî helwestekî, hêrsekî tundtirîn bin. Ger em helwestek wiha bi dijminên xwe re pêk bînin wê demê em ê dijmin û hevkarên wan bînin ser pîvanên exlaqî. Ji xwe ger qanûnên navneteweyî, mafê mirovan, Neteweyên Yekbûyî, saziyên îro dibêjin `em berpirsyarên zilma ku li ser civaka pêk tên in`  hene wê demê ger hûn bi qanûn, rêgêz û hevpeymanên xwe re nenakok in berpisyartiyên xwe li beramberî gelê Kurd û Kurdistanê bicih bînin.”

ANHA


Mijarên Din