Zabîteyên tenduristiyê gerên xwe zêdetir kirin

Di çarçoveya xweparastina ji Koronavîrusê de Komîteya Zabîteyên Tenduristiyê ya Şaredariya Gel a Girkê Legê gerên xwe yên li dikanên goşt zêdetir kirin.

Komîteyên xizmetguzariyê gerên xwe li bajar û navçeyên herêma Cizîrê zêdetir kirin, ji van komîteyan Komîteya Zabîteyên Tenduristiyê ya Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê ye.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van rojan de Koronavîrus (Covid-19) berbelav dibe û di vê derbarê de Komîteya Zabîteyên Tenduristiyê li bazara Girkê Legê li dikandarên goşt difiroşin anku qesaban digerin û paqijiya goşt piştrast dikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca xweparastina ji Koronavîrusê qedexeya derketina derve ragihand, bazar girt û dikanên madeyên xwarinê, sebze, goşt û firin fekirî hiştin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din