Zanîngeha Kobanê beşê labaratuwarê vedike

Zanîngeha Kobanê ji 9’ê Îlonê ve xwendekaran tomar dike û dê tomarkirin heta 5’ê Cotmehê bidome. Zanîngehê îsal beşek nû labaratwar li beşên zanîngehê zêde kir.

Zanîngeha Kobanê ji 9`ê Îlonê ve ragihand ku wê dest bi pêşwazîkirina belgeyên tomarkirinê bike. Dema tomarkirinê heya 5`ê Cotmehê ye.

Xwendekaran dest bi pêşkêşkirina belgeyên tomarkirinê kirin. Îsal di zanîngehê de beşa labaratuwar zêde bûye. Wê piştî çend mehan ev beş bê aktîvkirin.

Dema xwendinê di vê beşê de du sal in. Xwendin bi zimanê Înglîzî ye, ji ber ku materyalên wê cîhanî ne û pêwîste kesên ku di vê beşê de dixwînin, zimanê Îngilîzî bizain. Dê 3 kesên pispor çavdêriya beşê bikin.

Zanîngeh plan dike ku 20 xwendekaran di vê beşê de qebûl bike.

Rêveberiya Zanîngeha Kobanê girîngiyê dide xwendekarên ku ji dibistanên Rêveberiya Xweser yên ku wesîqeya asta amadehî bi her du beşên xwe zanyarî û wêjeyî, girtin e.

Rêveberiya zanîngehê diyar kir ku hejmara kesên ku di zanîngehê de xwe tomar dikin li gorî sala borî zêde bûye. Her wiha eşkere kir ku heta niha  zêdetirî 60 xwendekarî belgeyên tomarkirinê pêşkêş kirine.

Xwendekar wê waneyên teorîk di zanîngehê de û yên piratîkî jî di nexweşxaneyên bajarê Kobanê de, bibînin.

Beşên Zanîngeha Kobanê ev in; zanyariyên xwezayî, bîrkarî, wêjeya Kurdî, kîmya û fîzîk, tevî beşa laboratuwarê.

Zanîngeh dê di 1’ê Mijdarê de destpê bike.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din