Zanîngeha Kobanê sala xwe ya xwendinê bi şahiyekê bidawî kir

Zanîngeha Kobanê bi boneya dawîkirina sala xwendinê, şahiyek ji 130 xwendekarî re, li avahiya zanîngehê ya li bajarê Kobanê lidar xistin.

Zanîngeha Kobanê sala xwe ya xwendinê ya 2018-2019`an bi şahiyekê bidawî kir, Şahî li avahiya Zanîngeha Kobanê bi beşdariya xwendekarên sala yekemîn, duyemîn, malbatên xwendekaran û rêveberên saziyên perwerdê ya kantona Kobanê hate lidarxistin.

Şahiya dawîkirina sala xwendinê ya yekemîn li qada zanîngehê hate lidarxistin. Mûdirê Zanîngeha Kobanê Kemal Besrawaî axivî û bidawîkirina sala xwendiyê ya yekem li xwendekaran pîroz kir.

Kemal tekez kir ku sala xwendinê ya îsal bi awayekî serkeftî derbas bû.

Kemal Besrawî di dawiya axaftina xwe de got  Zanîngeha Kobanê, ne tenê cihê dayîna semîneran bû, di heman demê de cihê qezenckirina exlaqê pak û avakirina nifşên pêşerojê bû, da ku roleke pêşeng di avakirina civaka exlaqî de bilîzin.

Şahiya bidawîkirina sala xwendinê ya yekemîn bi pêşkêşkirina komên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê ji stran û gerandina govendan bidawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ku Zanîngeha Kobanê di 10`ê Kanûnê sala 2017`an bi awayekî fermî hate vekirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din