Zanîngeha Rojava li Qamişlo dest bi pêngava paqijkirinê kir

Bi însiyatîfa Komîteya Parastina Ekolojiyê ya Zanîngeha Rojava îro pêngava paqijkirina bajarê Qamişlo dest pê kir.

Li ser bingeha her kes berpirsê paqijiya bajêr e, her wiha bi armanca belavkirina hişmendiya parastina xwezayê û ekolojiyê, pêşîlêgirtina derketina nexweşiyan û piştgiriya şaredariyan, Komîteya Parastina Ekolojiyê ya Zanîngeha Rojava dest bi pêngaveke berfireh a paqijiya bajarê Qamişlo kir ku bi beşdariya hemû xwendekar û mamosteyên zanîngehê pêk hat.

Xwendekarên Zanîngeha Rojava di saetên sibehê de, li 3 nuqteyan dest bi paqijiyê kir. Nuqteya yekemîn piştî paqijkirina ber bi rêya Kornêş ve çûn û Çerxerêya Peyker heta Çerxerêya El-Xelîc paqij kirin, her wiha koma duyemîn jî ji Çerxerêya Osman Sebrî heta Navenda Çand û Hunerê ya Mihemd Şêxo paqij kir. Nuqteya dawîn jî ji ber Fakulteya Zanist û Perwerdeyê ku li herêma Sînaa dikeve, ber bi kolana Mehetê ya kevn ve çû û li Çerxerêya Sonî paqijî bi dawî kir.

Têkildarî mijarê xwendekara Zanîngeha Rojava ya di Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Îbtîsam Îbrahîm diyar kir ku paqijî ne tenê erka Şaredariya Gel e, di heman demê de her kes berpirsê paqijiya herêm û bajarên xwe ye.

Tê payîn ku Zanîngeha Rojava di rojên pêş de bi gelek rêzeçalakiyên wiha rabe.

(eh)

ANHA


Mijarên Din