Zarok dipirsin: Dewleta Tirk ji me çi dixwaz e?

Zarokê bi navê Beyrem Elko yê ku hevalên wî di komkujiya Til Rifetê de şehîd bûne wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker ji me çi dixwaz e? Xaka me dagirkir û hevalên me revandin. Hevalên me qetilkirin, gelo çima vê sûcdariyê li dijî me dike?”

Di 2’ê Kanûnê de artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efînê yên ku li navçeya Til Rifetê bicihbûne komkujî pêk anî. Di  encamê 10 kes şehîd bûn, di nava wan 8 zarok û 12 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

Ji ber ambargoya li ser kantona Şehbayê û rêxistinên mirovî alîkariya şêniyan nakin, li kantonê derman û alavên tenduristiyê kêm in, ji ber vê yekê Bayram Elko dema di komkujiya Til Rifetê de birîndar bû. Ew rakirin nexweşxaniye Helebê û li wir hate dermankirin. Bayram Elko(13)ji gundê Sîmêla yê navçeya Meydanê ya herêma Raco ye û di komkujiyê de di çavê û zikê xwe birîndar bû.

Bayram ji ajansa me re kêliya topbarana dijwar anî ziman.

Bayram dibêje, ew î hevalên dema dilîstin dîtin, ji ber vê yekê birayê xwe yê temen piçûk şand lîstoka xwe ya seyahê, da ku ew jî bi hevalên xwe re bilîze, lê mixabin lîstok berdewam nebû.

Bayram got: “Piştî min birayê xwe şand malê, artêşa Tirk em topbaran kirin, êdî aqil û mêjiyê min ew kêlî ron kir. Lê belê paşê min zanî  ku 8 hevalên min ên ku me bi hev re dilîst şehîd bûne.”

Zarokê bi navê Bayram Elko wiha anî ziman: “Artêşa Tirk em koçber kirin. Mafê me yê xwendinê ji me girtin. Ji ber vê yekê em ji warê xwe derketin û me berê xwe da kantona Şehbayê. Li vir jî em ji Tirkiyê nefilitîn û komkujî li dijî me pêk anî. Ma gelo çi ji zarokan dixwaz e, ma têrê nake ku xaka me dagirkir û hevalên me dizîn. Gelo çima ewqas sûcdarî li dijî zarokan pêk tîne?”

Meta Bayram Elko Lewenda Elko derbarê tenduristiya Bayram de wiha got: “Piştî Bayram birîndar bû. Me ew rakir nexweşxaniya Efrîn a navçeya Fafîn ya kantona Şehbayê. Ji zikê xwe emelyat bû. Lê ji ber rewşa wî ne baş bû û dermankirina çavên wî ji ber kêm bûna dermanan temam nebû. Ew rakirin bajarê Helebê û li wir hate dermankirin.”

Lewenda diyar kir kir ku piştî çavên wî yê rastê emeliyat kirin, hêj rewşa Bayram di bin çavdêriya bijîşkan de ye û bendewarên emeliyata din in.

(eh)
ANHA


Mijarên Din