Zarokê ji aliyê artêşa Tirk ve hatibû birîndarkirin, jiyana xwe ji dest da

Zarokê bi navê Mahir Hesen ku li Kobanê di encama gulebarana dagirkeriya Tirkiyê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. 

Artêşa dewleta Tirk a dagirker di 30`ê Tîrmehê de zarokê bi navê Mahir Hesen ê ji gundê Seftek ê rojavayê bajarê Kobanê, dema alîkariya malbata xwe di seyandina banê malê de dikir, gulebaran kir.

Mahir Hesen (17) yekser rakiribûn nexweşxaneya bajarê Minbicê ya Bakurê Sûriyê. Mahir Hesen piştî 4 rojan jiyana xwe ji dest da.

Bi gefên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, di 2 hefteyên dawîn de artêşa Tirk asta armanckirina gundên li ser sînorê Bakurê Sûriyê zêdetir kiriye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din