Zarokek bi çar çavan û du devan hate dinê

Li nexweşxaneya Ebû Qelqel a Minbicê zarokek ne normal hate dinê ku seriyê wî çelexwerî ye bi 4 çav û du devên wî çêbûn û mejî û hestiyên mejî tune ye.

Di nexweşxaneya Ebû Qelqel de ya 17 km dikeve başûr rojhilatê bajarê Minbicê ye, îro zarokek ne normal hate dinê. Bijîşkê berpirs ê nexweşxaneyê Ibrahîm El-Hemûd diyar kir ku mîna vê rewşê di tevahiya cîhanê de gelek kêm e, bi rêjeya ji milyonek haletên zayînê yek wisa ne sax derdikeve.

Bijşîk Ibrahîm El-Hemûd tekez kir ku dê û bavê zarokî dizanî ku zarok ne normal e û  ji bi rêya wêneya îkografê diyar bûye. Lê xwediyên zarok israr kirine ku zayîna zarok temam bibe. Bijîşk diyar kir ku bedenê zarok sax e, lê di seriyê wî de mejî û hestiyên mejî tune bûn, çar çav û du dev wî hebû û seriyê wî dergirover e.

Bijîşk bal kişand tevî dermankirina rewşên mîna wiha qet tune ye lê hîna sax e ne dimêje û ne jî tiştekî din vedixwe. Her wiha destnîşan kir ku mayîna wî jî zêdetirî hefteyekê derbas nake.

Ibrahîm El-Hemûd sedemên mîna rewşên wiha rêz kir: " Xwîna her du hevjînan li hev nayê, dayik piştî welidandinê derziyên pêwîst nebe, kêmbûna acid folîk wekî (B9),  nexweşiya  şekir li gel dayikê û mayîna wê ya dem dirêj li ber germê"

Girêdayî dermanên ku dibin sedema vê rewşê, El-Hemûd got dermanên dij-şekir, BC, dermanên kêmkirina kîloyan, tevî ku jinên ducanê beyî bijîşk derman bê ser û ber dibin.

El-Hemûd diyar kir ku divê jinên ducanî xwe biparêzin, dermanên bêser û ber nebin bi taybet di her sê mehên destpêkê de, eger jina ducanî bi nexweşiya şekir ketibe divê di bin çavdêriya bijîşkên jinan û hundirîn were dermankirin, cixarê nekişîne û li gorî rejîmeke xwarinê baş bimeşe.

El-Hemûd tekez kir ku eger carekê jinek mîna van haletan ducanî be, derfeta careke din wisa pê re çêbibe heye. Her wiha pêwîstiya bilindkirina asta çanda tenduristiyê di nav civakê de bi taybet li cem jinan tekez kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din