Zarokek bi guleya şahiyê birîndar bû

Li gundewarê Minbicê zarokek bi guleya ku di dawetê de hat avêtin Birîndar bû. Dawet bi 1 km ji cihê zarok dûr bû. Rewşa zarok kirîtîk e.

Zarokê bi navê Fedî El-Hisên (12) ê ji gundê Muse El-Xelef li rojhilatê gundewarê bajarê Minbicê, duh şev bi guleyek ku di şahiyê de hat avêtin birîndar bû. Cûrê guleyê 7.62 mm e. Zarok ji serê xwe birîndar bû. Zarok rakirin nexweşxaneya Tişrîn a Minbicê. Cihê dawetê 1 km ji cihê ku zarok lê bû dûr bû.

Li gorî rapora bijîşkê sinir ê berpirsê rewşa zarok, gule hestiyê sere zarok ji aliyê rast ve derbas kiriye û gihaştiye mejî. Gule li rex hestiyê çepê bi cih bûye. Bijîşk diyar kir ku rewşa zarok kirîtîk e.

Zarok hîna di beşa rewşa taybet de ye û jê re alava nefeskêşekê (respîrator) danîne.

Li ser wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Minbicê lêpirsînek girêdayî bûyerê da destpêkirin. Hêzên ewlekariyê bang li şêniyan kir ku qanûna bikaranîna çekan di şahiyan de qedexe dike, pêk bînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din