Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dema ku derdora gundê Ebû Sira yê girêdayî navçeya Eyn Îsayê topbaran kiribû, topbek neteqiyabû. Topa ji bermahiya topbarana dewleta Tirk a dagirker îro bi 3 zarokan û ciwanekî ve teqiya ku li derdora gund li ber pez bûn.
Di encamê de zarokê bi nave Ûdey Îsmaîl El-Ehmed (16) û ciwanê bi navê Mihemed Elî Ehmed (18) jiyana xwe ji dest da.
Her wiha zarokên bi navên Mistefa Salih El-Ehmed (16) û Mûeyed Elî El-Ehmed (16) birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
(cx)
ANHA