Zarokekî ji malbatên DAIŞ`ê radestî hikûmet Danîmarkê hat kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî hevpeymana di navbera hikûmeta Danîmark û Rêveberiya Xweser de zarokekî (12) ji malbatên  çeteyên DAIŞ`ê (12) radestî hikûmetê, kir.  

Li ser banga Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê girîngiya vegerandina dewletên Ewropayê ji hemwelatiyên xwe yên ku di nava çeteyên DAIŞ`ê de, yên li gel QSD`ê girtî ne û malbatên wan ên di kampên Rêveberiya Xweser de, îro zarokek ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê radestî hikûmeta Danîmarkê hat kirin.

Radestkirina zarok li dergehê Sîmalka yê navbera herêma  Cizîrê û Başûrê Kurdisetanê de hat kirin. Hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdullkerîm Umer, Emel Dade, endama Têkiliyên YPJ`ê Nojîn Mihemed, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dewletên Scandinavia û Siwêdê Wîstir Kiradgi û gerînendeyê Karûbarên Sefaretxaneyê di Wezareta Karên Derve ya Danîmarkê de Christopher Vivic beşdarî radestkirinê bibûn.  

Emel Dade bi xêrhatina şandeya Danîmarkê kir û got:"Em hêvîdarin ku ev serdan di pêşerojê de jî werin dûbarekirin. Ev hêvî dikin ku ev serdan bibe destpêka pêşketina têkiliyên di navbera herdû aliyan de."

Emel Dade helwestên Rêveberiya Xweser der barê koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ`ê de ku di kampên Rêveberiya Xweser de ne, her wiha mekanîzmeya bi vê hejmara mezin re, şîrove kir.

Paşê nûnerê hikûmeta Danîmarkê gerînendeyê Karûbarên Seferetxaneya Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê Christopher Vivic û Hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser civînek lidar xistin. Civîn li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî dewam dike. Tê payîn ku dê herdû alî piştî civînê daxuyaniyekê bidin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din