Zarokekî ji Şengalê di şerê li Hemayê de hate kuştin, gelo zarok çawa gihaşt wir?

Koma bi navê Ceyş Elî Bin Ebî Talib a girêdayî çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi piştevaniya Tirkiyê kuştina zarokekî êzîdî ku çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê revandibû, di şerê bi hêzên rejîmê re li bejahiya bakurê Hemayê de ragihand.

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê ya Başurê Kurdistanê kir û li hember Kurdên êzidî komkujî pêk anî. Ji wê jî zêdetir bi hezaran zarok û jinên êzidî revandin û firotin. Zarokên ku revandin jî li ser êrîşên xwekuştinê perwerde kirin û di şerên xwe de bi kar anîn.

Lê diyar dibe ku çeteyên DAIŞ’ê niha li Hemayê ne, lê bi navekî dîtir di bin çavdêriya Tirkiyê de. Her wiha ‘Ceyş Elî Bin Ebî Talib’ a girêdayî çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) bi piştevaniya Tirkiyê di berbanga îro de kuştina zarokekî êzidî bi nasnav Ebû Bekir El-Sincarî (11) ku ji Şengalê ye, di şerê li gel hêzên rejîma Sûriyê li bejahiyên bakurê Hemayê de ragihand.

Gelek dîmenên perwerdekirina zarokên êzidî li kampên bi navê "Eşbal El-Xîlafe" yên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê û li rexê jî belavkirina dîmenên 2 birayên ji Şengalê bi navên Esed (12) û Emced (13) hatine binavkirin ku berê xwe didin karwanê artêşa Iraqê li bajarê Mûsilê di Kanûna 2017’an de da ku xwe biteqînin û ev dîmen hatin belavkirin.

Di 1’ê Cotmeha 2017’an de ajansa me ANHA’yê hevpeyvînek bi sernavê "Merwan Êzidî" bi zarokê êzidî Merwan Qasim (12) ê ku çeteyan perwerde kiriye re, çêkir. Zarok li ser çalakiya xwekuştinê hatibû perwerdekirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ew rizgar kir û gihand malbatê.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi rêya hemleyên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, karî bi sedan zarok û jinên êzidî rizgar bikirana û bi rêya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê û Meclisa Şengalê vegerandin malbatên wan.

Pirsa li vir ew e; çawa zarokê ji Şengalê gihaşt Hemayê? Gelo hê jî zarokên êzidî li wir hene ku di şerên komên çete yên girêdayî Tirkiyê de beşdar in?

(fr/kc)

ANHA


Mijarên Din