Zarokek koçber: Ez ji dewletên cîhanî re dibêjim werin alîkariya me bikin

Zarok tevî salên xwe yên biçûk êdî bûne siysetmedar. Wateya ku kesek welatekî dagir bike çi ye dizanin. Zarok bang li li rawestandina êrîşa Tirkiyê li ser malên wan û vegera warên xwe kirin. Zarokeke dibêje: “ Ez ji dewletên cîhanê re dibêjim werin alîkariya me bikin.”

Rêveberiya Xweser 32 dibistanên bajarê Hesekê ji bo koçberên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker koçber bûne diyar kirin. Artêşa Tirk a dagirker tevahiya çekên giran di êrîşên xwe de li ser herêmên sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar anîn.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweseriya hejmara koçberan gihaşt derdora 300 hezar koçberan ên ku ji ber êrîşên û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji warên xwe derketine. Di encama wan êrîşan de bi dehan sivîl şehîd bûn.

Bi hezaran şêniyên bajarê Serêkaniyê û herêmên sînor di nav de bi hezaran jin û zarokên ku hêvî dikin vegerin malên xwe û êrîşên dewleta Tirk a dagirker rawestin, gihaştin bajarê Hesekê. Ji ber azarên şer heta zarokên biçûk êdî rûdanên li derdora xwe fam dikin û analîz dikin.

Zarokê bi navê Ehmed Umer ê 6 salî tevî malbata xwe ji Serêkaniyê ber bi bajarê Hesekê ve koçber bû dibêje: "Di encama êrîşa Erdogan de top li bajarê me ketin."

Ji aliyê xwe ve zarokê bi navê Mihemed Elî ji bajarê Serêkaniyê ye û 9 salî got: "Ez li vir bi ewlehiyê dihesim. Ji ber ku em rastî bombebaran balafirên Erdogan hatin. Baş e em hatin Hesekê û em ji balafir û topên Tirkiyê xilas bû."

Mihemed hêvî kir ku vegera mala xwe û êrîşên dewleta Tirk  û çeteyên li ser bajarê wî raweste.

Zarokê bi navê Ciwan Xidir ê ji navçeya Serêkaniyê got: "Balafir li ser serê me, me bombebaran dikirin. Erdogan û çeteyên wê careke din DAIŞ`ê vegerand. Em hêvî dikin ku em vegerin mala xwe."

Her wiha zarokê bi navê Remedan Îsa yê ji navçeya Dirbêsiyê hêvî dike ku êrîş bi dawî bibe û wiha domand: “Ez dixwazin vegerim dibistana xwe û xwendina xwe temam bikim. Topbaran raweste. Ji ber koçberiyê cilên me gemar bûne."

Zarokê bi navê Mihemed Mistefa 10 salî ye û dibêje: "Me nikarî topên Erdogan li ser bajarê Dirbêsiyê tehemûl bikin. Ez dixwazim hevalên xwe bibînim ez nizanim çi bi wan hatiye, baş in ne baş in nizanim."

Zarokê bi navê Muntesêr Mihemed Remedan got: "Erdogan balafirên xwe berda ser bajarê me ji bo ku dagir bike. Armanca wî ji êrîşan belavkirina tevliheviyê û şer li herêmê ye. Ez hêvî dikim ku dewletên cîhanî mudexele bikin ji bo ku êrîşan û rijandina xwînê rawestînin."

Muntesêr di dawiyê de got: "Ez ji dewletên cîhanî re dibêjim werin alîkariya me bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din