Zarokên Filistînê çawa dest bi dibistanên xwe kirin?

Ciwanê bi navê Mihemed Zareb ku ji Xezayê ye bi rûyekî mest li ber firoşgeha pêlavan rawestiyaye û li benda pêlava dibistanê ye. Mihemed ji ber sola wî ya sala xwendinê ne nû ye, bedbîn e û firoşgeha li ber rawestiyaye ne ya pêlavên nû ye, lê ya solbendan e û êdî ew sola Mihemed ku ji her du aliyan ve diriyaye, çak dike, belkî heta demekê were lixwekirin.

Mihemed Zareb (14) ku derbasî qonaxa xwendinê ya nû dibe, ji nûçegihanê me yê Xezayê re got: "Ez feqîrtiya bavê xwe baş di ber çavan re derbas dikim, ew jî wekî piraniya şêniyên Xezayê ye." Nîşana vê yekê jî wekî ku li ber çavan tê raxistin, xwesteka Mihemed a kirîna cil û bergên nû yên demsala xwendinê ye da ku wekî demsalên din bi cil û bergên kevn neçe dibistanê.

Sala xwendinê li Filistînê dawiya vê hefteyê dest pê kir û têkildarî vê yekê Wezareta Perwerde û Fêrkirinê wiha parve kir: "Nêzî milyonek û 3 hezar xwendekarên ji hemû parêzgehên Filistînê dê derbasî dibistanan bibin, di nav de zêdetirî 854 hezar li dibistanên hikumetê ne û 150 hezar jî li dibistanên taybet in, her wiha yên mayî jî li dibistanên NY`yê yên (UNRWA) ne.”

Xwendekarên Filistînê yên ku di sala 1948`an de ji malên xwe bar kirine, li dibistanên NY`yê yên alîkariya penaberên Filistînê (UNRWA) dixwînin, di heman demê de jî yên li malên xwe jî mane li dibistanên hikumeta Filistînê yan li dibistanên taybet dixwînin.

Ji ber aloziya aborî û debara kotekî, gelek şêniyên Xezayê nikarin pêdiviyên malbatên xwe yan zarokên xwe bi cih bînin û nexasim di demên cejnan û boneyan de.

Mihemed El-Alûl ê bavê 3 zarokan e û betal e, ji nûçegihê me re wiha got:  “Tişta baş ku ajansa alîkariya penaberên Filistînê xwendekaran ne beramberî tiştekî didin xwendin, ger ne wisa bûya, me nedikarî zarokên xwe bidana xwendin. Em ji awirên zarokên xwe şerm dikin, ne em dikarin pêdiviyên wan ên jiyanî bi cih bînin û ne rayedar hay ji rewşa me heye, a niha jî ji ber ez nikarim ji wan re cilên nû bikirim, ez ê biçim sola wan bidirûm."

Li bazara Xezayê, kuçeya tekane ku qerebalix lê heye, dikana solbendan e û yên din jî li kel û pelên xwe ji tirsa windahiyê û feqîrtiya welatiyan, bi hesret dimêzînin, lewma bandorake mezin li wan dike.

Yehya Şawîş (45) ku dikandarê cil û bergên zarokan e, wiha dibêje: "Mewsimê bazirganiya li Xezayê, piştî ku palpişta me bû, sembola xwe winda dike û niha jî roja me wekî rojên din derbas dibe, bêyî ku nîvê kel û pelên xwe bifiroşin, cejn derbas bû, niha jî mewsima demsala xwendinê jî bi heman encaman derbas dibe, buhayê kel û pelan normal e mixabin lê berîk vala ne." 

Şawîş ji nûçegihanê me re got vê germolekê bandoreke neyînî li debara malbata Şawîş kiriye û êdî dûrketina ji bazirganiya cil û bergan bi bin ketine.

Li bazara kampa Cibalya ya li bakurê Xezayê dikeve, dayika Rîham (43) şalê zarokê xwe Yusif, da ku derbasî refa heftan bibe, didirû.

Rîham El-Deqis wiha dibêje: "Hevjînê min li cem desthilata Ramellah karmend e, êdî hevserê min nema dikare debara zarokên xwe bi cih bîne, ji ber krîza darayî ya desthilata Filistînê û ambargoya Îsraîlê ya li Xezayê daye meşandin, encax debara malê bike."

Dayika bi navê Leyla Îsa jî rewşa wê hema wekî ya dayika navborî ye û wiha diaxive: "Ji ber rewşa aborî, xelk tev cil û bergên berê bi kar tînin, tevî xwesteka zarokan lê ji ber bedbîniya rewşa aborî, êdî kes nikare cilên dibistanê bikire."

Li rojavayê Xezayê: Girtîgehên Îsraîlê zarokan ji mafê xwendinê bê par dikin

Navenda xwendinê ya girtiyên Filistînê eşkere kir ku li rojavayê Xezayê nêzî 220 zarokên filistînî, ji ber ku di girtîgehên Îsraîlê de girtî ne, ji xwendinê bê par mane.

Navendê di rapora xwe de diyar kir ku desthilata Îsraîlê bi dehan binpêkirin der heqê zarokên girtî de, wekî îşkence, gef û têkilêyên tund û derûnî pêk anîne.

Têkildarî mijarê li gorî komseriya Xezayê ya sala derbasbûyî, diyar dibe ku li Xezayê hejmara bêkariyê ji salên derbasbûyî zêdetir e û gihaştiye ji sedî 55’an û di encamê de hejmara betalan gihaşt 280 hezar kesan, ev jî beramberî cîhanê rêjeyeke pir bilind e.

Di heman demê de kotaya ciwanên di navbera 20 û 29 saliyê de û kesên master, bekelorya an jî peymagehek bi dawî kiribe, ji sedî 73 ye.

Daneyên fermî diyar dikin ku ji sedî 80 ji şêniyên Xezayê di demeke ku debara her kesekî ne zêdetirî 2 dolarên Amerîkî û kota rêvebirinê ji sedî 69 e, debara xwe bi alîkariyên saziyên navdewletî bi cih tînin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din