Zarokên Girê Spî hesretên xwe vedibêjin

Zarokên Girê Spî yên ku bi dare zorê koçber bûne, êş û azara ku ji destên çeteyên Tirkiyê dîtine vedibêjin, hêviya berdewamkirina xwendin û vegera aramiyê ne.

Artêşa Tirk û çeteyên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêj êrişan pêk tînin û li ser sivîlan komkujî û sûcên şer pêk tîne. Dewleta Tirk û çeteyên xwe hewldana guhartina demgrafiya herêmê û bicihkirina çeteyan li malên niştecihan dike.

Raporên Buroya Kar û Barên Rêxitinên Mirovan diyar kirin, ku di encama êrişên artêşa Tirk de zêdetirî 300 hezar welatiyên Sûriyê koçberî derveyî sînorê bakurê Sûriyê bûne, di heman demê de 478 sivîl bûne qurban û hezar û 70 sivîlên din birîndar bûne.

Li gel ku kesên herî bûne qurban zarok in, hem ji xwendina xwe bê par man, jiyana xwe ji dest dan hem jî artêşa Tirk û çeteyên xwe gund û taxên wan dagirkirin, di dawiyê de vê zivistana dijwar koçber bûn û li kampan bi cih bûn. 

Zarokê bi navê Macid El-Elî(13)çîroka koçberkirina xwe û malbata xwe ya ku ji bav, dayîk û 4 birayan pêk tê dibêje, dema ji gundê Sikeriyê yê bajarê Girê Spî ber bi navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ya Bakurê Sûriyê ve çûn.Tê zanîn ku artêşa Tirk û çeteyên xwe bajarê Girê Spî wêrakirin, sivîl qetilkirin û wan koçber kirin.

Mecid wiha axaftina xwe dewam dike, piştî komên çeteyan di 4 berangê de, ketin bajarê Girê Spî hem zarok qetilkirin û hem jî malbatên ku ji gundên xwe derneketibûn qetil kirin.

Zarokê bi navê Macid destnîşan kir ku beriya ku derbasî bajêr bibin, ji aliyê Tirkiyê ve gule û topavêj li dijî sivîlan hatin avêtin, ji ber vê yekê em neçar man rihê xwe xelas bikin û me xwe gihand gundên bi ewle yên girêdayî navçey Şedadê.

Mecid wiha axaftina amaje kir, em bi cilên xwe derketin û me her tiştên xwe li malên xwe hiştin, li gel ku gelek şênî bi mere derketin û her malbate ber bi cihekî ve çûn.

Gelek malbatên koçberbûn berê xwe dan herêmên bi ewle yên ku QSD`ê parastina wan dikin, ji wan bajarên kantona Hesekê ku Rêveberiya Xweser zêdetirî 64 dibistan ji koçberan re veqetandin û li bajarê Tiwêna ku 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê, kampa Waşokanî vekirin.

Mecid wiha çîroka rêwîtiya koçberiya xwe vedibêje"Em bi peyatî çûn navçeya Şedatê, ji wir me berê xwe da taxa bakurê navçeyê û li gel 4 malbatên din di maleka ku ji 4 odeyan pêk tê bi cih bûn."

Macid hêviya vegera li dibistanê kir û xwezlika berdewamkirina xwendika ku bi hezaran zarok ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê, jê bê par man kir.Her wiha Macid bang li rêxistinên mirovî, desteyên di nava Rêveberiya Xweser cihê xwe digrin kir, ku alîkariyan wan di cil û bergan, kel û pelên xwarinê bikin.

Her wiha zaroka bi navê Beydaa Îbrahîm jî ku ji koçberên Girê Spî ye axivî û hesretên xwe anî ziman.Beydaa hêj hêviya vegera li dibistanê û berdewamkirina xwendina xwe li dibistanên navçeya Şedadê qut nekiriye û wiha pave dike, me nedixwest ji malên xwe derkevin, lê belê binpêkirin û sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên xwe li dijî bajarên me pêk anîn, hişt ku em biryara derketinê bistînin.

Di gel ku zaroka bi navê Muna Îbrahîm jî axivî û bêrîkirina xwe ji dibistan û mamosteyên xwe anî ziman.Muna hêviya vegera li mal û dibistana xwe kir û piştrast kir ku ji mafên wan e ku tevî koçberbûne,  biçin dibistanê û ji mafê perwerdeyê bê par nemînin.Muna Îbrahîm di dawiyê de bang li komîteyên perwerdeyê kir ku alîkariya wan di cil û bergan û alavên dibistanê de bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din