Zarokên kantona Kobanê şehîdên komkujiya Pirsûsê bi bîr anîn

Bi dehan zarokên kantona Kobanê şehîdên komkujiya Pirsûsê di salvegera wê ya 4`an de bibîr anîn. Di encama komkujiyê de 33 xwendekarên ku piştî rizgarkirina Kobanê xwe amade dikirin ku derbasî Kobanê bibin û piştgiriya manewî ji zarokên Kobanê re pêşkêş bikin, bûn jiyana xwe ji dest dan.

Saziya Yekîtiya Gelan û Piştgiriya wê bi vê boneyê merasîmek li parka Pirsûs a li bajarê Kobanê li dar xist. Bi dehan zarokên kantona Kobanê tevî malbatên xwe û hejmarek ji şêniyên Kobanê tevli merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endamê Yekîtiya Gelan û Piştgiriya wê Befrîm Serhildan axivî û sersaxî ji malbatên şehîdên Pirsûsê re xwest. Serhildan wiha domand: "Şehîdên ku di teqîna terorîstane ya Pirsûsê de şehîd bûne, piştî rizgarkirina bajarê Kobanê, lihevkiribûn ku şadî carek din vegerînin rûyê zarokên Kobanê. Lê yên ku desteka terorê dikin ev tişt li kêfa wan nehat ji ber wê sûca xwe ya kirêt pêk anîn û xwendekarên ku li Pirsûsê kom bûne bi rêya teqîneke terorîst kirin hedef. Di encamê de 33 xwendekar şehîd bûn û hejmarek din birîndar bûn."

Piştî bidawîbûna axaftinan koma Şehîd Mistefa şanoyek girêdayî teqîna Pirsûsê pêşan dan.

Piştî wê koma Şehîd Şîlan govendên Kurdî û stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din