Zarokên koçber ên Girê Spî: Vegereke bi ewle ji me re misoger bikin!

Zarokên koçber ên li Kampa Koçberên Girê Spî bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku projeya mêtîngeriyê ya dewleta Tirk rawestînin, her wiha vegereke bi ewle ji wan re misoger bikin.

Bi sedan zarokên Girê Spî yên li Kampa Koçberên Girê Spî dimînin, li qada kampê kom bûn û siyaseta guhertina demografiyê şermezar kir.

Di çalakiyê de, endamê Rêveberiya Giştî ya Komîteya Perwerdeyê ya Kampa Koçberên Girê Spî Iyad El-Hemed li ser navê zarokan axivî û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û projeya mêtîngeriyê ya dewleta Tirk rawestînin. Her wiha vegereke bi ewle ji koçberan re misoger bikin da ku vegerin gundên xwe yên ku ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk jê koçber bûbûn.

El-Hemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berpirsên pêşeroja bi deh hezaran zarokan in yên ku ji ber êrişên wan ji mafê xwendinê û jiyana aram bê par mane.

Iyad El-Hemed bang li civata navneteweyî û Komkara Erebî kir ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bike da ku projeya xwe ya guhertina demografiya herêmên dagirkirî rawestîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din