Zarokên li kampa Holê dixwazin vegerin welatê xwe

Zarokên DAIŞ`ê yên li kampa Holê bang li hikumetên dewletên xwe dikin da ku wan vegerînin. Zarokek dibêje "Ez û xwişk û birayên xwe bûn qurbaniyên fikrên şaş ên bavê xwe.  Hêviya min ew e ez vegerim welatê xwe û xwendina xwe temam bikim."

Di kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê de, 73 hezar koçber û penaber ji bajarên cuda yên Sûriyê û Iraqê hene. Tevî wan jî malbatên çeteyên DAIŞ`ê hene, di nav de bi sedan zarokên sêwî yên ku bavên wan di şerên li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê de hatine kuştin, hene.

Piraniya zarokên sêwî li cem malbatên DAIŞ`ê dimînin û yên din jî rêxistinên ku di nav kampê de dixebitin, bi wan re eleqedar dibin.

Wek Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) me serdana kampa Holê kir û hevdîtin bi zarokên li gel malbatên DAIŞ‘ê, dimînin pêk anî.

(N E) (13) û xwişkên wê ji Mexribê ne û beriya 5 salan ve li Sûriyê dimînin,  bavê wan di şer de hatiye kuştin.

(N E) anî ziman ku armanca wê ya hevdîtina bi ajansa me re bang li hikumeta Mexribê bike da ku wê û xwişkên vegerînin.

Ji hêla bavê xwe ve hatin xapandin û bûn qurbaniyên fikrên şaş

(N E) dibêje bavê wan bi fêlbaziyekê û hinceta turîzma li Tirkiyê, ew ji Mexribê derxistine û wiha domand: "Ez û her du xwişkên xwe destpêkê me red kir biçin Tirkiyê, lê dayika me got em careke din venagerin Mexribê. Ji ber wê me qebûl kir. Dema em gihaştin Tirkiyê, piştî çend rojan ji hêla îstixbarata Tirkiyê ve em hatin girtin. Nehiştin em biçin Entabê (Dîlok) heya ku qaçaxçiyek hat û em birin Sûriyê bajarê Helebê."

Piştî ku derbasî Sûriyê dibin, (N E) tevî malbata xwe sala 2014`an li Reqayê bi cih dibin. Piştî ku bavê Nesîbeyê tev li DAIŞ`ê dibe û perwerdeyên leşkerî dibîne, di eniyekî şer de tê kuştin. Li gorî gotinên Nesîbe birayê wê bi navê Abdullah di encama derbeya Koalîsyona Navdewletî de dimire bêyî ku cihê bûyerê bizane.

Di dema dorpêçkirina Reqayê de ji hêla QSD`ê ve sala 2017`an, (N E) tevî bira, xwişka xwe ya mezin û dayika xwe diçin Dêrazorê. (N E) dem demê wisa ma heya ku gihaşt Baxozê. Piştî dorpêçkirina Baxozê di nav kampa Baxozê de dayika wê tê kuştin.

Di şerê Baxozê yê dawîn de QSD`ê korîdorên mirovahî yên ewle ji bo derketina şêniyan û malbatên DAIŞ`ê ber bi kampa Holê ve vekirin. Di wê demê de (N E)  tevî bira û xwişka xwe ya mezin û zarokê wê yê biçûk ji Baxozê derdikevin û berê xwe didin kampê.

(N E) dibêje wê xwe gihandiya dapîra xwe li Mexribê û wiha domand: "Dapîra min ji me xwest em vegerin Mexribê. Ez, bira û xwişka xwe bûn qurbaniyên fikrên bavê min ên şaş û tarî."

Di dawiyê de (N E) got ew hêvî dike vegere Mexribê û wiha berdewam kir: "Hêviya me ez vegerim Mexribê, xwendina xwe temam bikim û jiyaneke rast bijîm."

Keçika bi navê (E A)(13) a ji Ozbekistanê tevî bavê xwe sala 2010`an berê xwe dide Sûriyê û li Şamê bi cih dibin. Piştî çend salan bi destpêkirina aloziya Sûriyê re diçin Tirkiyê û li wir dimînin.

(E A) dibêje ku piştî demekê îstixbarata Tirkiyê wan digire û wiha domand: "Me nezanî ji bo çi em hatin girtin. Bavê min her tim pirsa sedema girtinê dikir lê bê fêde bû."

(E A) diyar kir ku Tirkiyê wan bi esîrên balyozxaneya Tirkiyê yên li gel DAIŞ`ê girtî guhertine û wiha berdewam kir: "Ji hêla îstixbarata Tirkiyê ve em bi esîrên li gel DAIŞ`ê ve hatin guhertin. Bi rêya Tebqayê em derbasî Sûriyê bûn. Çeteyan ji bavê min xwest ku tev li perwerdeyên leşkerî bibe, lê bavê min daxwaza wan red kir."

(E A) destnîşan kir ku dema li bajarê Tebqayê bi cih dibin, ji ber ku bi bavê wê re tu nasnameyek îsbat dike ew endamê DAIŞ`ê ye tune ye, tên tengavkirin û wiha pê de çû: "Li Tebqayê ji ber ku bi bavê min re tu nasnameyek îsbat dike ew endamê DAIŞ`ê ye tune bû, em rastî tacîzan dihatin. Piştî demekê bavê min neçar dikin ku tev li tûgeya birîndaran bibe."

(E A) destnîşan kir ku ji ber zexta Tirkiyê bavê wê tev li DAIŞ`ê bûye û derbasî Sûriyê bûne.

(E A) di berdewama serpêhatiya xwe de dibêje piştî wan agahî girtin ku DAIŞ hewl dide bavê wê bikuje û wê ji xwe re bibin, xwe radestî QSD`ê dikin û wiha got: "Piştî me agahî hilda  ku DAIŞ dixwaze bavê min bikuje û min ji xwe re bibin, li Şefayê ya Dêrazorê bavê min xwe radestî QSD`ê kir û ez hatim kampa Holê."

(E A) bang li dayika xwe ya li Ozbekistanê dike da ku hewl bide wê vegerîne. Her wiha bang li hikumeta xwe kir ku peywendiyan bi aliyên têkildar re ava bike da ku vegere welatê xwe.

(şx)
ANHA 


Mijarên Din