Zarokên Êzidî dê radestî malbatên wan werin kirin

Rêveberê Buroya Karûbarên Êzidî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cubeyr Silêman teqez kir ku zarokên Êzidî yên ku ji aliyê QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin, dê radestî Meclisa Rêveber a Şengalê bikin da ku vegerînin malbatên wan.

QAMIŞLO

Wekî bersiva îdiayên hinek dazgehên çapemeniyê ku dibêjin "11 zarokên Êzidî ku QSD`ê li bejahiya Dêrazorê rizgar kirine dê radestî rêxistinekê girêdayî partiyekî Kurdî werin kirin", Rêveberê Buroya Karûbarên Êzidî Cubeyr Silêman ji me re axivî.

Cubeyr Silêman teqez kir ku zarokên ji hêla QSD`ê ve hatine rizgarkirin, niha li Mala Êzidiya ya Hesekê li gundê Kemerê ne. Silêman diyar kir ku Mala Êzidiya û QSD`ê dê zarokan bi merasîmeke fermî radestî Meclisa Rêveberiya Şengalê bikin.

Silêman teqez kir ku ew prosesa radestkirina Êzidiyan ji hêla QSD`ê ve bi awayekî domdar dişopînin, da ku teqez bikin bê ka dighêjin malbatên xwe. Her wiha Buroya Karûbarên Êzidî bi hevkariya QSD`ê çavdêriya xebatên radestkirina Êzidiyên ku QSD`ê rizgar kirine ji Meclisa Rêveber a Şengalê re dikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din