Zîbarî: Bi hilweşîna DAIŞ`ê re nirxê lîreyê Tirkiyê jî daket

Doktorê zanistên aborî Haşim Zîbarî destnîşan kir ku Tirkiyê sûd ji jêderên xwezayî yên ku DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê kontrol kiribûn, digirt û got "Bi hilweşîna DAIŞ`ê re nirxê lîreyê Tirkiyê jî kêm bû."

Di encama siyasetên şaş ên desthilata Tirkiyê de aboriya Tirkiyê paşde çûye. Piştî girtina keşeyek Amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve nakokî di navbera wê û Amerîkayê de zêde bûn. Pisporên aborînas teqez dikin ku siyasetên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û mudaxeleyên wî di kar û barên siyaseta diravî de, hişt ku aboriya Tirkiyê bigihîje vê astê.

Di navîna sala borî de, asta qeyranê zêde bû û nirxê lîreyê Tirkiyê kêm bû heta daket nîvî. Ji ber wê ajansa Standard & Poor's texmîn kir ku geşepêdana aboriya Tirkiyê di sala 2019`an de kêm bibe.

Tirkiyê bi rêya DAIŞ`ê aboriya xwe geş dikir

Li gorî pisporên aborî,  desthilata Tirkiyê ji bo bilindkirina asta aboriya welêt, sûkên reş bi kar tîne. Girêdayî mijarê doktorê zanistên aborî û mamosteyê fakulteya rêveberî û aborî, nivîskar û ronakbîrê dozên aborî yê Zanîngeha Mûsilê Haşim Zîbarî destnîşan kir ku piştî paşdeçûna aboriya Tirkiyê di van salên dawîn de, bi dehan belgeyên ku têkiliya wê bi DAIŞ`ê re bi rêya sûka reş eşkere dikin, diyar bûn. Ev belge bi rêya hindek kesayet û saziyên girêdayî wê û pisporên warê veguhertin û derxistina pereyan eşkere bûn.

Zîbarî destnîşan kir ku Tirkiyê sûd ji jêderên xwezayî yên ku DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê kontrol kiribûn, digirt û got: "Tirkiyê bi rêya jêderên di bin destê DAIŞ`ê de wê demê karî asta aboriya xwe bi pêş bixe. Di radeya yekemîn de jî  petrolê. Tirkiyê petrol bi buhayên gelek erzan ji DAIŞ`ê werdigirt. Rêjeya kirîna Tirkiyê ya petrolê ji çeteyên DAIŞ`ê derdora yek milyar dolar  hate texmînkirin."

Zîbarî diyar kir ku Tirkiyê bi gelek rêbazan sûd ji DAIŞ`ê wergirt. Balafirgehên xwe ji bo veguhastina çeteyên DAIŞ`ê ber bi Ewropayê ve vekirin. Her wiha Ewropayê bi kaxiza penaberên Sûrî û DAIŞ`ê tehdît kir. Lewre Ewropa gelek pere şand Tirkiyê. Zîbarî wiha domand: "Hemû tiştên hatine bibîrxistin, bi şêwazekê alîkariya aboriya Tirkiyê kir. Ne ji wan bûna Tirkiye dê derbasî qonaxeke kesad a aborî bûya."

Di nav gotinên xwe de Zîbarî bal kişand ser ku piştî DAIŞ`ê kontrolkirina jêderên xwezayî li Iraq û Sûriyê winda kirin, aboriya Tirkiyê jî bi paş de çû û lîreyê Tirkiyê nêzî ji sedî 60 ji buhayê xwe winda kir.

Her wiha Zîbarî destnîşan kir ku Tirkiyê bi rêya mudaxeleya xwe ya yekser di Sûriye, Iraq, herêma başûrê Kurdistanê, Lîbya, Yemen û gelek dewletên Rojhilata Navîn de hewl dide aloziya xwe derbasî derve bike û wiha domand: "Aloziya Tirkiyê ya aborî her ku diçe mezin dibe. Rêjeya bêkariyê zêde dibe, turîzm kêm bûye, buhayê kel û pelan biha bûne û kardar û berpirsên şîrketên Tirkiyê ji welêt koçber bûne. Tevî wê jî Amerîka piştî israra Tirkiyê ji bo kirîna pergala S-400 ya Rûsyayê, cezayên xwe li ser Tirkiyê zêde kirin."

Doktorê zanistên aborî yê Zanîngeha Mûsilê Haşim Zîbarî tev li Komxebata Navdewletî ya têkildarî DAIŞ`ê bû. Komxebat li navçeya Amûde ji hêla Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve di navbera 6 û 8`ê Tîrmehê de li dar ket.

(şx)

ANHA


Mijarên Din