Zêdetirî 200 carî bejahiyên Hema û Idlibê hatin bombeberankirin

Di roja 10`emîn a êrîşên rejîmê yên bi alîkariya Rûsyayê de “herêmên bêçek” ên di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyê de zêdetirî 200 carî hatin bombebarankirin da ku rejîm bikare derbasî gund û bajarokan bibe. Her wiha çeteyên Tirkiyê ji nişka ve ji wan herêman vekişiyan.

Şerê li bejahiya Hema û Idlibê di roja 10`emîn de bê navber didome. Duh herêmên di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyê de bi zêdetirî 200 derbeyên hewayî, moşek û topan bûn hedef.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku herêma Hebît 10 caran, gundê Şerîa 5 caran, Qesabiye 2 caran û Enkawî, Şinan, Medaya û Sirce hatin bombeberankirin.

Hêzên rejîma Sûriyê bi dehan moşek avêtin herêmên li gundê Enkawî yê Sehil Xab ê bejahiya bakurê rojavayê Hemayê, rêya di navbera bajarê Xan Şêxûn û bajarokê Hebît de. Bi vê yekê 150 moşek ji aliyê hêzên rejîmê ve ber bi deverên cuda yên bajarê Xan Şêxûn ve, ji şevê din ve hatine avêtin. Her wiha zêdetirî 40 top û moşek li herêmên bajarokê Hebît ê başûrê Idlibê û 30 top li gundê Enkawî û rêya di navbera Xan Şêxûn û Hebît de ketin û di encama wê de birîndar çêbûn.

Helîkopteran jî zêdetirî 8 bermîlên teqemeniyê li bajarokê Hebît xist.in  Balafirên şer ên rejîmê jî ji şeva çarçemê zêdetirî 19 caran deverên ji Xan Şêxûn, 7 caran herêmên ji bajarokê Hebît her wiha gund, bajarok, Sirce, Medaya, Werkaya yên başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Di şer de piştî vekişandina çeteyên Tirkiyê hejmara bajarok û gundên ku rejîmê xistin bin serweriya xwe, bûn 7, ew jî ev in; Keleha Medîq, Kerkat, Til Hewaş, Tiwêne, Şerîa, Şêx Idrîs, Bab Taqa yê Sehil Xab ên bejahiya bakurê rojavayê Hemayê, Cebel Şehşebo yên bejahiya rojavayê Hemayê.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn roja pêncşemê got Rûsya û hêzên rejîma Sûriyê bi hevkariya Tirkiyê dê topbarana li dijî terorîst û çekdaran berdewam bike.

Her wiha wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî wiha gotibû: "Baregeha hêzên asîmanî ya Rûsyayê Himêmîm li Sûriyê ji aliyê çeteyên Cebhet El-Nusra ve ji Idlibê tê topbarankirin. Divê ev rêxistina terorîst were tunekirin."

(bx)


Mijarên Din