Zêdetirî 300 malbatan ji însiyatîfên civakî yên dilxwaz sûd wergirt

Di şertûmercên qedexeya derketina derve ya ji ber vîrûsa Koronayê de şêniyan însiyatîfên alîkariyê ji bo şêniyan avakirin. Bi sedan malbat li navçeya Girkê Legê ji însiyatîfên gelêrî yên dildarî sûd girtin.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 15 rojan ve biryara qedexeya derketina derve pêk tînin û ji malên xwe dernakevin. Di çarçoveya hewldanên xweparastinê de ji derketin û belavbûna Koronavîrsê ya ku li cîhanê belav bûye.

Qedexeya derketina derve ji bo hinek malbatên xwedî quta sînordar, ji jêdarên qutê mehrûm kirin. Bi taybet malbatên ku rojane debara xwe peyda dikin. Piştî ku tevahiya pîşeyên rojane rawesîtin mîna avahîsazî û veguhestin.

Lê çanda hevgirtina civakî û piştgiriyê yên ku di civakên herêmê de kok dane, rolek mezin di sivikkirina barên wan malbatan lîstin. Gelek çalakiyên civakî ji bo piştgiriya malbatan hewcedar însiyatîfên tekekesî û komî dan destpêkirin.

Şêniyên navçeya Girkê Legê yekemîn kesên ku rêzeînsiyatîfên hevgirtin û piştgiriya civakî ragihandin. Xwediyên avahiyan û dikanan kirêciyan ji dayîn kiriyê efû kirin.

Gelek bazirgan û kesên zengîn alîkariyên madî û kelûpelan ji malbatan hewcedar re pêşkêş kirin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl destnîşan kir ku zêdetirî 300 malbatên hewcedar sûd ji alîkariyên madî û kelûpelan ên ku şêniyên navçeyê û hinek çalakiyên civakî pêşkêş kirin sûd girtin.

Şêniyan alîkariyên ku kom kirine bi rêya meclisa navçeyê yan jî komînê pêşkêş dikin. komîn jî li gorî lîsteya ku berê girêdayî malbatên hewcedar amade kiriye, bi koordîneya aliyê ku alîkarî kom kiriye, belav dike.

Şêniyên navçeya Girkê Legê û gundewarê wê biryara qedexeya derketina derve pêk tînin û ji malên xwe dernakevin. Tenê saziyên ku pêwîste kar bikin, karê xwe didomînin da ku xebatên bingehîn ji şêniyan re pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din