‘Zêdetirî 50 hawn li gundê Soxanekê ketin‘

Şêniyên gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê diyar kirin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê duh zêdetirî 50 hawan avêtin gund, ziyan gihiştin milkên gundiyan û 50 hektar zevî hatin şewitandin.

Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê duh ji gundê Kîmarê gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawayê topbaran kirin. Gundiyan diyar kirin ku zêdetirî 53 hawan avêtin gund. Ji ber topbaranê ziyanên mezin gihiştin mal û milkên gundiyan.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker her wiha bax û baxçeyên şêniyên gundê Saxanekê dan ber agir. Agir beriya ku ji hêla şaredariya gel û şêniyan ji 45 heta 50 hektar zevî dabû ber xwe.

Li ser topbaranê, şêniyên gundê Soxanekê ji ajansa me re diyar kirin ku dagirker di saetên nîvro de bi dehan top avêtin gund, şêniyan xwe spartin şikeftan.

Jina bi navê Nazilê Umer a ji gundê Soxanekê dayika 5 zarokan e got, topbaran yekser wan kir hedef "Saet 11 sibehê heta 1‘ê nîvor zêdeyî 50 topên hawnê li gund ketin. Em neçar man xwe bispêrin şikeftan heta xwe û zarokên xwe biparêzin."

Nazilê diyar kir ku ji ber topbaranê gelek malên gundiyan hilweşiyan û tirs di nava zarokan de çêbû.

Welatiyê bi navî Resûl Hesen jî got: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên der heqê me didomîne, bi top û rokêtan me dikin hedef û li aliyekî din dîwarê parçekirinê lê dike û zeviyên me dişewitînin."

Ebdo Berekat jî anî ziman ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi zanebûn bax û baxçeyên gundinyan şewitandin û got, derdorî 50 hektar zeviyên çandiniyê û darên zeytûnan şewitîn.

Berekat destnîşan kir ku bi pêketina agir re şêniyan bi hevkariya Şaredariya Gel a navçeya Şêrawayê bi rêya 50 sarcên avê, di nava 3 salan de agir vemirandin.

Berekat bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku destweranê bike û binpêkirinê Tirkiyê yên derheqê sivîlan de rawestîne.

ANHA


Mijarên Din